Share |

Jiyan berdewam dike...Rizo xerzî

Rizo xerzî
Rizo xerzî

 

Dibêjin temenê teyrê baz derdora 70 salî ye .li ser bextê Kerîmo be min ev agahî ji wî girt. Bi her halî dibêjin piştî 40 salî nuklê wî tûj ko û hişk dibin her wiha nenûkên lingê wî û nema dikare nêçîrê bike.

Gerek di wê demê de biryarekê bide an teslîmî qedera xwe bibe û li hêviya mirinê be an jî jiyana xwe bi biryareke mezin bigihere.

Teyrê baz biryara xwe dide derdikeve serê çiyayekî bilind nuklê xwe yê rizyayî li hîm û keviran dide heta ku dişkîne û li hêviyê dimîne ta ku nuklê wî yê nû derdikeve. Piştre jî bi nuklê xwe tûj nenûkê lingê xwe jî dişkîne û bi mehan li hêviya nûbûna wan dimîne.

Piştî wê zehmetî û êşê jiyaneke nû dest pê dike û wekî nû ji dayik bibe 30 salên din jî bi serfirazî dijî.

Lewra mirov jî divê hin caran biryarên wiha di jiyana xwe de bide.

Piştî derdora 30 salan ji jiyana xwe ya di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de , ji bo berdewamiya jiyana xwe divê min biryarek bida.

Piştî ku rojnameya ku 10 salan lê xebitîme hate girtin û kayum avêtin ser şaredariyan û em ji kar avêtin, ez 5 mehan bê kar li malê mam.

Lewre jî ezê dest bi jiyaneke nû bikim dibe ku jiyana karkeriyê zor û zehmet be lê bawerim wê hişê min rihetir be.

Mixabin Qedera nivîskarên kurd ên ku di ber de xebateke din nakin û perê ku wê pê derbara jiyana xwe bijin tune be wek qedera wî teyrê baze.

Nexasim ku ew nivîskar xwedî nirx be û xwe bi çend qurûşan nefiroşe karê wî zehmetir dibe.

Bi her halî min biryara xwe da ezê wekî teyrê baz hewl bidim tevî zor û zehmetiyê riya xwenûkirinê û berdewamiya jiyanê hilbijêrin û kêlîkên mayî ji jiyana xwe bi vê riyê de berdewam bikin.

Bi her halî îro min dest min dest bi şikandina nikul kir. Bi xatirê we rewşenbîrno, roj baş hevalên kedkar.