Share |

Koma muzîkê LaWje li ZAROK Mayê konserek da

 

Bi boneya yekemîn salvegera damezirandina Zarok MAyê. Li ser Sahneya Servekirî ya ZAROK Mayê  .Koma muzîkê LaWje li Amedê konserek li dar xist. 

 Koma muzîkê di dema konserê de ji albûmên xwe û projeyên xwe yên muzîkê, stranan gotin ku di repertûara wan de kilam, heyranok, şeşbendî û narînkê hene. LaWjeya ku bandora xulxulandina dengbêjîyê li ser hunera wan heye, erdnîgarîya Colemêrgê, têkilîdayîna Kurdan a bi gelên din ên li herêmê ra û bi derfetên fîzîkîdi avakirina muzîka xwe da wekî referasn dîtine.

Koma LaWje ku di demek berê bi projeya xwe ya bi navê “Lawjeyên Evînîyê” derkete pêşberî guhdaran û eleqeyeka mezin dît, dê piştî demeke dirêj bi albuma xwe ya Selîqe û bi stranên ku ev demek e berhev dikin û wekî klasîk tên binavkirin wê derkevin ser dikê.

Konsera navborî yek ji konserên Amîdartê yên bi navê “Dê stranên me bêdeng nemînin” e.

 

bianet(FD)