Share |

Konê Reş û Pirtûkek Nû

  Di van rojan de pirtûkek nû li berhemên mamoste Konê Reş zêde bû. Ev pirtûk bi navê (Ji Geşt û Serdanên Min) e. Konê Reş di vê pirtûkê de geştên xwe an gerên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê bi firehî şirove kirine; çima çûye? Çi dîtiye, kî dîtiye û çi kiriye bi zelalî nivîsandiye..

  Di pêşgotina xwe de jî wiha dibêje:(Li gor ku ez serwextî toreya ereba me, nexasim a ku ew binav dikin; Toreya Gerê an Toreya Geştê, min jî xwest ku ez van her heft gerên xwe an geştên xwe wek pirtûkekê ji xwendevanên zimanê kurdî re amade bikim ji çapê re..).

  Mamoste Hejar Îbrahîm jî, di pêşgotna vê berhema Konê Reş de wiha dibêje: (Li gorî ku min dîroka toreya fransî bi berfirehî xwendiye û ez niha li zanîngeha Feratê jî ji şagirtan re şirove dikim, ez bi kurtî dibêjim ku di çerxê 15 û 16'an de toreya geştê bi pesnê dîtinên mezin yên Shristopher Columbus û James Cook destpê kiriye, di çerxê 17'an û 18'an de jî, ev tore bi rengekî perwerdeyî û rewşenbîrî geşbûye û ev yek di nameyên Montesquieu, berhemên Voltaire û Francis Bacon de xweş diyare û di serdema romantizmê de, çerxê 19'an, torevanan berê xwe dane rojhilata bedew û bi dîmenên wê helbestên xwe xemilandine mîna Nerval, Lamartine û Gustave Flaubert.. Vêca dema ku gerokekî mîna Konê Reş; torevan be, lêkolîner be û berî her tiştî aşiqê ziman, wêje û kevnetora gelê xwe be, bêguman ew ê çirayekê di tariyê de vêxîne. li gor ku ez Konê Reş ji nêz ve nas dikim, wî tev jiyana xwe ji ferhenga kurdî re terxan kiriye û ev yek xweş diyar û belû ye, di gerên wî/ an geştên wî yên ku hin ji wan dûrî kurdewariyê ne, lê wî bi zîrekbûn ta bi wan geran jî, xistiye xizmeta kurdewariyê de, wek geşta wî a 20 rojan li Beyrûtê… Ez nebawerim ku pêdiviya mamoste Konê Reş bi pesnê min hebe, pirtûka di nav destê we de, xweş dîdevan e ji pesnê wî re û xweş nimûne ye ji toreya geştê re di nav kurdan de.).

Pirtûk ji 164 rûpelan pêk tê, mamoste Hejar Îbrahîm pêşgotinek jêre nivîsandiye, li Qamişlo hatiye çapkirin / 2017.

Qamişlo 30ê gulanê 2017