Share |

Konseransa Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê dest pê kir

 

 Konferansa Komeleya Nivîskarên Kurd îro 3-cotmehê li ser rewşa wêjeya Kurdî ji dîrokê heya îro,

pirsgirîka rêxistin bûyîna nivîskarên Kurd û bandora pirsgirîkan ser wêjeya kurdî li Salona Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bi diruşma "Seba neteweyek azad" hat lidarxistin. Konferansê bi deqeyek rêz girtinê dest pê kir. Li ser navê Komaleya Nivîskarên Kurdî Osman Ozçelîk nivîskarên beşdarvan silav kir û axaftina vekirinê kir.

hêjayî gotinê ye ku wê sibê jî kongira komaleya nivîskarên Kurd berdewam bike û tê texmîn kirin ku rêveberiyek nû ji bo komeleyê were hilbijartin di gel pêkanîna komîteyek bo bi rêvebirna kar û çalakiyên komelê di demên pêş de.