Share |

Li Amûdê yekemîn pêşangeha pirtûkan hat vekirin

 Li bajarê Amûdê yekemîn pêşangeha pirtûkan hate vekirin, tevî asta kêm a beşdarbûna sazî û nivîskaran, lê hejmareke mezin ji welatiyan serdana wê dikin. Berpirsên pêşangehê aşkere dikin, îsal bi navî nivîskar Tewfîq el-Huseynî ye, her sal dê pêşangeh bi navê nivîskarekî be.

 

Li bajarê Amûdê yekemîn pêşangeha pirtûkan li ser navê nivîskarê Kurd Tewfîq el-Huseynî hate vekirin, tê de hejmarek ji navend û saziyên rewşenbîrî, û nivîskarên Kurd beşdar bûn. Pêşangehên pirtûkan îsal li zêdî bajarekî li Rojavayê Kurdistanê hatine vikirin û ev yek bandoreke neyênî li ser hejmara saziyên beşdar di pêşangeha Amûdê de dike, ji ber piraniya wan beşdarî tê de nekirine. Berpirsên pêşangehê aşkere dikin jî, hejmara welatiyan baş e û ev yek dê di çapên bê de zêdetir bibe.

 

Di pêşangehê de beşekî taybet ji nivîskaran re jî heye û tenê nivîskarê Kurd Salihê Heydo beşdar e. Herwiha di hemû pêşangehên din de jî beşdarî dikir, nivîskarê Kurd dibîne ku pêşangehên hevawa tevgera çandî li Rojavayê Kurdistanê bipêş dixe, lê ji hêleke din ve dibêje, xwendevanên bi zimanê Kurdî gelekî kêm in.

 

Pêşangeha pirtûkan li bajarê Amûdê di çapa xwe ya yekemîn de bi navê nivîskarê Kurd Tewfîq el-Huseynî hate vekirin û di her çapê de dê navê yekî ji nivîskarên bajarê Amûdê lê were kirin.

K24 – Amûdê