Share |

Li Amedê 2yemîn Pêşangeha Bakur-Kuzey-North vebû

Li Amedê 2yemîn Pêşangeha Bakur-Kuzey-North ji aliyê berbijêra şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hate vekirin.

Ev pêşengeha diweme cara bi vî şêweyê beşdariya gelek hunermendan tê lidarxistin li Galeriya Hunerê ya Amedê li Sumer park.

pêşengeh bi beşdariya 35 hunermendên şêwekar û fotojen û pêkersaz hate li darxistin û wêne, peyker, grafîkên xwe pêşan dan, û ji 11 heya 31 heyva kanûnê deriyê wê vekirye ji temaşenan re.