Share |

Li darxistina Dîdara pêşnyara piroja pêkhatina syasî li Rojavayê Kurdistanê

Di roja çar şemê de 24/4/2019 û li hotêla Hewlêr kapîtol" piroja pêşnyara Bizava aştya navxweyî"BAN" sebaret pêkhatina syasî li rojavayê kurdistanê dîdareke vekirî de hat pêş kîş kirin.

 

Ev dîdare bi hevkarya komek e rêkxistyên civaka sivîl li rojavayê kurdistanê hatibu rêkxistin û têda Dr. Musa keval serokê, BAN, û Nî'met Ebdulla û Ido Babeşêx endamên desteya serokayetyê û mamosta Celal Xeylanî endamê desteya birêveber û jimareke din jendamên bane, herweha nwênerên bêtr ji şêst rêkxistyên civaka sivîl li rojavayê kurdistanê û hejmareke din ji kesatyên syasî û civakî û ekadîmî û rewşenbîr û mîdyakar amadebûn.

destpêka dîdarê bi deqîqek rawestyan bo gyanê pakê şehîdên kurd û kurdistanê destpêkr û di piştre peyva bixêrhatnê ji alyê serokê ban hat pêş kêş kirin û têde bi kurtasî basê naveroka pirojê pêkhatna syasî kir.

herweha her yek ji berêzan Nî'met Ebdulla û mamosta Celal Xeylanî û Hakm Beşdar Mecîd sebaret girngya pirojê û pêkhatina syasî li rojavayê kurdistanê peyvên xwe pêş kêş kirin û tekez li ser girîngya aştya navxweyî û tevayî û yekrêzya nav mala kurdan, betaybetî di rojavayê kurdistanê de kir jiber ku niha di qunaxeke çarenvîsaz de derbas dibe û rola Bizava Aştya Navxweyî jî divî warî de bi roleke pîroz zanî.

Di piştre pirojê pêkhatina syasî li rojavayê kurdistanê hat xandin û bi amêrê dataşoyê jî hat pêş kêş kirin.

Li dawayê amadebûyan pirsyar û ra û nerîn û têbînyên xwe liser naveroka projê arastekirin û ji alyê serokê banê ve bersv liser hatin dan.

herweha dîdarê bi tevaya dengan biryar wergrt ku piştevanya hewlên banê û pirojê aştî û pêkhatina syasî li rojavayê kurdistanê biken ligel avakirina komîteke taybet bo vê armancê.