Share |

Li Efrînê Pêşbirka helbestvan Bîlal Yûsiv ya Helbestan Pêk Hat

 

Yekîtîya Rewşenbîran li Kantona Efrînê pêşbirka Bîlal Yûsiv ya helbestê li dar xist.

​Dewreya duyê ya pêşbirkê, di bin dirûşmeya 'Ta Êşa Min Bibe Refek Kevok' pêk hat û tê de 32 helbestvanan hestên xwe bi her du zimanên Kurdî û Erebî honandin.

Endamê komîteya amadekar Salah Yûsiv, li ser pêşbirkê wiha axifî:

"Armanc ji pêşbirkê xurtkirina asta halbestê û çandê bi giştî ye û peydakirina derfetekê jibo helbestvanan da ku berhemên xwe parve bikin".

Yûsiv got ku îsal pêşbirk serkeftî bû û tevlêbûneke baş çêbû ku ji derve Efrînê, ji Heleb û Cizîrê helbestvan beşdar bûn.

"Beşdaran destkeftîyên Şoreşa Rojava û azarên civakê bi çavekî rexnegir di helbestên xwe de vegotin û helbestên beşdar dê di pirtûkekê de werin çap kirin.”

Di pêşbirkê de helbestvan Kemal Necim ji Kantona Cizîrê xelata helbesta herî baş ya bi zimanê Kurdî û nivîskar Nîdal Yûsiv jî xelata helbesta herî baş ya bi Erebî wergirtin.

Helbestvan Selam Husên jî got ku tevî ku Efrîn herêmeke biçûk e, hejmareke mezin tevlî pêşbirkê bû û asta helbestên pêşkêşkirî bilind bû û helbestên nûjen jî hatin xwendin.

Hêjayî gotinê ye ku Bîlal Yûsiv helbestvanekî Efrînî ye ku di sala 2000'an jiyana xwe ji dest dabû. Wî hejmareke berhemên wêjeyî li şûn xwe hiştibûn û ev pêşbirk weke bîranîna wî hat darxistin.

 

Dengê Emerîka