Share |

Li Hewlêrê televîzyoneke taybet bo zarokan hat vekirin

Li Herêma Kurdistanaê, televîzoyneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê hikûmetê ve hat vekirin. Televîzyon bi navê Zaro TV ye û îro dest bi weşanê kir. Televîzyon dê bi kurmancî, soranî û zazakî bernameyên xwe biweşîne.

Televîzyoneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat avakirin.

Televîzyon dê bi kurmancî, soranî û zazakî weşanê bike.

Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê Kawa Mehmûd, Parêzgarê Hewlêrê Newzat Hadî û gellek parlamenter, hunermend û rojnamevan beşdarî merasîma vekirina kanala Zaro TV bûn.

Berpirsyarê Weşana Giştî yê Zaro TVê Helgurt Mihemed Elî di axaftina xwe ya vekirinê de destnîşan kir ku vekirina televîzyoneke zarokan zor e û wiha got: "Ji zarokên me yên ku pêşeroja me ne re kanalek hat vekirin. Ev yek bi rastî jî, ji vekirina kanaleke nûçeyan zortir e.”

Helgurt Mihemed da zanîn ku piştî xebateke 6 mehan wan karîne dest bi weşanê bikin û wiha axivî:“Me bernameyên ku zarokan kêfxweş bike û di heman demê de jî wan perwerde bike amade kirin. Zarokên kurd yên li Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye û welatên ereban dijîn dikarin Zaro TVê temaşe bikin. Ji bo vê em li ser Turksat, Nilesat û Hotbirdê weşanê dikin."

Wezîrê Çandê Kawa Mehmûd jî diyar kir ku wan kanala zarokan ya ku her kes li bendê bû, vekirin û spasiya kesên ku keda wan gihiştiye vê xebatê, kir

  Rudaw