Share |

Li hola nivîseran li Duhokê pênc pirtûkên nû hatin îmzakrin

 

 

Bi amedebûna hijmareka nivîser û rojnamevan û dezgehên rewşenbîrî li 17-07-2012 û li demjimêr 6 êvarî ahengeke îmzakirina pênc pirtûkên nû ji weşanên yekîtiya nivîserên kurd - Duhok hate gêran. Her di vê ahengê da her yek ji nivîserên pirtûkên wan hatî çapkrin hindekî li dor berhemên xwe axfîn û çendek ji naveroka wî xwandin. Her wesa li dûmahiya vê ahengê jî her nivîserkî pirtûkên xwe îmzakrin û li ser amedebûyan belavkrin. Ji aliyekê dî ve skretêrê rewşenbîrî li yekîtiya nivîserên kurd - Duhok, Beşîr Mizûrî da xuyakirin ku hinek endamên nû bo nav yekîtiya nivîserên kurd - Duhok hatiine wergirtin û navên wan xwandin. Bo zanîna endamên nû hatî wergirtin hûn dikarin seredana lîsta endaman bikin.hejî gotinê ye ku ev aheng bi rêveberiya Beşîr Mizûrî bû. Her wesa navên pertûkên ku hatine çapkrin jî û li gor jimara weşana wan eve ne::.:::::.::

244-Perê spî/ helbest, Tîroj, 2012

245-Gotgotik/ helbest, Şe'ban Silêman, 2012

247-Kurê safa re'nayê/ roman, Enwer Mihemed Tahir, 2012

248-Malanê/ kurteçîrok, Macid Elheyder, 2012

249-Henasek ji tîpên xewnan/ Gulnar Elî, helbest, 2012

 

 

2012-07-17

duhokwriters