Share |

Li Qamişlo Festîvala Şanoyê hat sazkirin

Bi dirûşma Vedenga Zeytûnê, Festîvala Şanoyê hat sazkirin

  Roja 27 adarê 2019an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma Vedenga Zeytûnê, Festîvala Şanoyê hat sazkirin.

Di Festîvala Şanoyê de bi beşdarbûna hejmarek mezin ji aktor û şanogeran, ku hejmarek ji wan ji herêmên Efrîn û Kobanê bûn, merasîma Roja Cîhanî ya Şanogeriyê birêve çû.

Di merasîmê de stran, mûzîk herwiha hin şano hatin pêşkêş kirin.

Şanogerekî Efrînê ku beşdarî merasîmê bû, diyar kir ku di demên derbasbûyî de wan çend fîlm û şanoyên cuda li ser rewşa Efrînê pêşkêş kirine, ew jî bi armanca ku dengê xelkê Efrînê bigihînin cîhanê.

                                   

 

RÛDAW