Share |

Li Qamişlo Heftemîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê.

 

 

 Heftemîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li Qamişlo hate lidarketin, û hejmareke jinan ji hemû pêkhateyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê tê de beşdar bûn.

Bi dirûşma "Jin kulîlka bihara çandê ye" Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê heftemîn festîvala wêje û hunera jinê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê saz kir.Ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmarek jin di vê festîvalê de beşdar bûn.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cezîrê Rewda Hesen “Wek ku di hemû qadan de tê quyakirin, jinê îspata xwe kiriye. Em jî wek qada çandê, me xwest em li gor derfetên xwe em karibin van jinan hem pêş bixînin hem jî ew fikr û zihniyeta ku berê di nav civakê te belav bûbû, di qada çandê de bêtir dikara bandora xwe li ser civakê bike. me xwest em jî destekê bidin van jinan û dikaribin vê çandê pêş bixinîn. Em dibêjên jin xwedî hêz e, xwedî îrade ye, çiqas dikaribe xwedî li xwe û civaka xwe derkeve, di hindirê civakê de dê hewqas pêşketin çêbibe.”Mûzîk, helbest,  tabloyên hunerî, karên destî û gelek hunerên din ên kelepûrî û folklorî yên jinên ji hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê festîvalê de hatin pêşkêşkirin.

Dîzaynera Karên Destî Rehma Teko got “Em sê jin bi karê destî beşdar bûne, armanca me sepandina hebûna jinê ye, Jin berhemdar e xwediya fikreyê ye, em karê xwe nîşanî xelkê didin. Karê me derketiye derveyê navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê, karê me kelepûrî ye.

”Di dawiyê de hemû beşdar hatin xelatkirin, herwiha xelatên diravî bi ser 15 beşdarên ku di beşên wêje û hunerê de bi ser ketine hatin belavkirin.