Share |

Mîhrîcana Feqîye Teyran destpê dike

3. Mîhrîcana Feqiyê Teyran a ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Muksê ve tê organîzekirin dê di 8'ê hezîranê de dest pê bike.

3. Mîhrîcana Çand û Hûnerê ya Feqiyê Teyran dê di 8'ê hezîranê de dest pê bike. Mîhrîcan ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Muksê ve tê organîzekirin û mîhrîcan dê îsal li Parqa Feqiyê Teyran a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hate çêkirin bê lidarxistin. Mîhrîcana di 8'ê hezîranê de dest pê bike 4 rojan dê berdewam bike. Bernameyên 8-9 hezîranê li Wanê dê bên kirin û 2 rojên din jî dê li navçeya Muksê pêk bên. Di çarçoveya mîhrîcanê de konser, pêşandana fîlîman, panel û pêşengeh dê pêk bên.

Amîda Kurd