Share |

Mîhrîcana Helbestên Kurdî vê carê li Amûdê bû

Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Suriye (MHKS) ku ji sala 1993’yan û vir ve ji aliyê helbestvanên kurd ên Rojava ve tê organîzekirin, vê carê li bajarê Amûdê hate lidarxistin.

 

Mîhrîcan salê carekê tê lidarxistin, lê ji ber sedemên cur bi cur hinek salan nehatiye pêkanîn, lewre îsal cara 20’emîn hate lidarxistin. Mîhrîcan li Salona Seyran a bajarê Amûdê bi beşdariya 70 helbestvanên Kurd ên kantona Cizîrê û Kobanê pêk hat.

 

Piştî deqeyek rêzgirtinê û xwedina sirûda netewî “Ey Reqîb”, bernameya festîvalê destpê kir. Endamê Komîteya Emadekar a Festîvalê Îmad Yûsif axaftina destpêkê kir û festîvala 20’emîn a Helbesta Kurdî li hemû helbestvanan pîroz kir. Îmad hêvî kir ku ev festîval rê li yekîtiya Kudan veke.

 

Piştî axaftinên helbestvanan helbestên xwe xwendin.

 

Di dawiya mîhrîcanê de Komîteya Amdekar ji ber ked û xebata wî ya di warê pêşxistina helbesta Kurdî û parastina çanda Kurdî de, xelata mîhrîcanê da helbesvan û nivîskarê Kurd Salihê Heydo.

 

Salihê Heydo jî diyar kir ku ew vê xelatê ji xelata Nobel bi nirxtir dibîne.

 

(şm/he)

 

AMÛDÊ – ANHA