Share |

Mîhrîcana Orkêş 2 li Qamişlo bi dawî hat

Bi pêşandana 26 strana ji hêla 7 komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, roja 5`an a 2`emîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş bi dawî hat .

Bi dirûşma “Bi dengên pîroz şoreşê ava bikin” 2`emîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi pêşandana 26 stranan ji aliyê 7 koman ve di roja xwe ya 5`emîn de berdewam kir.

 

Bi dehan şêniyên herêmê, endamên partiyên siyasî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên Rêveberiya Xweser, mamosteyên Zanîngeha Rojava, rewşenbîr, nivîskar û hezkeriyên mûzîkê îro amade bûn.

 

Navên komên ku îro mûzîk û stran li ser dikê pêşan dane wiha ne: Koma Stêra Zêrîn ji bajarê Qamişlo strana (Dilo Jaro, Gula Orkêdê, Seyranê), Koma Keleha Horî ya Kombenda Efrînê ji bajarê Qamişlo (Berxwedana Efrîn, Osibê Şer, Nedîmî, Çûm ser Alkana), Koma Bawer ji taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo (Keç û Xort, Gula Pêlek, Kerwan, Xezal, Konê Bavê min, Dayika Eyşê), Koma Elenya ji bajarokê Rimêlan (Şîlan, Werin Hevalno, Lê Baranê), Koma Yekpar ji bajarê Qamişlo (Keça Horiya, Xerîb, Dengbêjî `kelepûr`), Koma Roja Welat ji bajarokê Girbawî (Bihara Gelan, Derwêşê Ebdî, Xorfanî) û Koma Agirî ji navçeya Amûdê (Warê, Bilbilo, Heval Mizgîn, Hoy Narê).

 

  Roja   dawî ya 2`emîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş e,  ku mîhrîcan roja 16 gulanê bi belavkirina bawername û xelatan bi dawî hat.

 

(sb)

 

ANHA