Share |

Mîna Buhuştê… Yasîn Hisên

Yasîn Hisên

 

Piştî deh salan…

Me hevdû dît..!

Li welatekî sar

Me destên hev diguvaştin… Û Çavên hev radimûsandin

Digote min: Min Peyalek şîr divê…

 

Li wî cihê efsaneyî û sar

Careke din çavên min guvaşt

Û bi ramûsaneke din

 

Bi germî digote min: Em ê vegerin…

 

***

 

Hevalekî min helbestek bideng ji min re şand

Dengê wî, perçak ji helbestê û buhuştê bû…

Bangdikir: Ger ez mirim…….

 

Payîz dinixumandin û li min dipêça.

Dema bi min re axivî

Ji min re got:

Çima baran dibare?

Min got:

Çima firîşte têne ber çavên min…?

Çima xatir ji gotinên te dibarin?

 

Rewrewk bûbû sînorê navbera min û xwedê…

 

***

 

Sê caran dengek ji dûr dihate min:

 

Yasîn… Yasîn… Yasîn.

Deng li qiraxa buhuştê fetisî…

Ez jî di nava bombeyên rewrewkê de dialiyam…

Mîna serxweşan (Giriyê Ehmed Huseynî,,, hesretên Ciwan Xoce,,, hêstirên di nava dilê Xesan Cangîr,,, çixareyên E'bduletîfê Huseynî,,, stranên Mehmûd yên beravêtî)

 

binxet li ber çavên min dibû gulokek berfê…

Dema ew wî dengî,,, xatir ji min xwest…