Share |

Mihrîcanê Osman Sebrî (1) ya wêjeyê li Qamişlo

Li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê li bajarê Qamişlo, mihrecana Osman Sebrî ya wêjeyê lidar ket

Roja 11ê Cotmehê 2017ê, mihrecana Osman Sebrî ya wêjeyê ji aliyê desteya çand û hunerê ya kantona Cizîrê û di bin duruşma “Wêjeya Gelan li Rojava zindî dibe” lidar ket.

Mihrecan ji aliyê endama komîta amadekar Leylan Cemal hat destpêkirin, gotinên bi navê komîta mihrecanê, Rêveberiya Xweser, Kobanê û Minbic hatin pêşkêşkirin, paşê koma Cûdî stran ji folklora Kurdî pêşkêş kir

Di berdewama mihrîcanê de hevalê Osman Sebrî, helbestvan Salih Heyder helbestek xwend û li ser jiyana Osman Sebrî axivî.

Di dawiyê de Komîta nirxandina berheman, navê berhemên serkeftî xwendin û piştî navbereke mûzîkê xelat hatin belavkirin.

 

Welat-radyo