Share |

MIHRÎCANA FÎLMAN A NAVNETEWEYÎ YA AMEDÊ

 

Bi Mihrîcana Fîlman a Amedê, em dixwazin berhemên sînemayê yên ku bûne endustrî û li jêr bandora modernîteya kapîtalîst de ji metabûnê wêdetir tu nirxên wê tune ye,

 bi awayekî demokratîk, civakperwer, wekheviya zayendan diparêze, ekolojîk û bi feraseteke alternatîf a hunerî, xwe bigihîne gelan. Bi vê re jî, bi feraseteke ku xwe dispêrê nirxên cewherî yên gelan û hêza alternatîfbûnê jî di xwe de dihewîne, naveroka wê bi maddîyatê nayê pîvandin, em qadeke hevdîtîna alternatîf a hilberînên sînemayê vedikin. Em zemîna ku wê bi mihrîcanê re derkeve holê jî wekî zemînekî ku xeta azadîxwaz û alternatîf a hunerê û bi taybetî jî ya hunera sînemayê pêş dixe, ji têkiliya endustriyel wêdetir bi feraseta hunerî ya civakperweriya demokratîk di qada sînemayê de jî pêş bikeve, bi nav dikin. Mihrîcana Fîlman a Amedê hedefên bingehîn ên wekî; di wateya gerdûnî de girêdayîna nirxên mirovayetiyê, temsîla jinan a qada hunerê û ji xeynî wê di pêvajoya beşdariya li hilberînên sînameyê de bêtir çalak û rolekî diyarker werbigire, di serî de sînemagerên Kurd, sînemagerên Rojhilata Navîn û hunermendên ku li gorî van nirxan berheman hildibêrin bîne ba hev û bigihîne gel, ji xwe re dike mîsyon.

Vê riya ku bi feraset û pratîka alternatîf a hunerî, me daye rê, bi Mihrîcana Fîlman a Amedê ku em li ser navê sînemayê wê wekî rawestgeheke girîng dibînin re, em mihrîcaneke alternatîf û di navenda wê de civak heye, ji xwe re dikin armanc. Bi Mihrîcanê re yek ji armanca me ya herî girîng jî ew e ku, di serî de fîlmên ku li Rojhilata Navîn tên hilberandin, hemû hilberînên sînemayê yên şoreşger, azadîxwaz û civakperwer ku li dinyayê tên hilberandin ji bo ku werin ba hev, zemînek ji wan re were çêkirin. Bi Mihrîcanê re ev yek tê armanckirin ku di serî de sînemagerên Kurd, fîlmên sînemayê yên li ser navê gelên li Rojhilata Navîn, derkevin pêşberî temaşevanan û sûdwergirtina hunerî ya di navbera gelan de, di warê sînemayê de jî pêş bikeve. Hunermend û berhemên hunerî yên di çarçoveya têkiliyên endustriyê de, bi feraseta bazarê pêşiya wan hatiye birrîn, li ser fikra hunera demokratîk û civakparêz in, di mijara zayendiya civakî de bihîstyar in, bi helwesta wekhevîparêz a ku jin di qada hunerê de hem temsîlkar û him jî di rewşa hilberîner de ye, yên ku bihistyariya wan ekolojîk zêde ne, di mijara dewlemendiyên çandî de perspektîfeke wan a pêşverû heye, bi riya mihrîcanê wê bên ba hev û xwe bigihînin gel. Vê Mihrîcana ku ji bo pêşketina sînemaya Kurdan wê bibe zemînekî girîng, pê re jî bi riya pêşandana hilberînên sînemayê yên gelên Rojhilata Navîn, wê pêşketina sînemayê ya li gorî rêgezên hatin diyarkirin li Rojhilata Navîn, xurttir bike. Di Mihrîcanê de, di sînemaya cîhanê de li gorî rêgezên hatine diyarkirin, hilberînên sînemayê yên wê werin diyarkirin dê derfeta temsîlê jî bibînin.

Mihrîcana Fîlman a Amedê naveroka xwe li gorî çarçoveya dewlemendiya çandî, naveroka civakî, bihistyariya ekolojîk, azadiya jinê, wekheviya civakî, demokrasî, azadiya zimanê zikmakî diyar dike, li gel vê, pîvana xwe ya serkeftinê jî li gorî van rêgezan diyar dike. Di mihrîcanê de li gel kategoriyên neteweyî û navneteweyî, ji xeynî fîlmên sêwirînê yên metrajdirêj, beşên belgefîlm û fîlmên kurt jî hene. Di mihrîcanê de, wê fîlmên ku rêgezên festîvalê xwe dispêre wan û di fîlman de temsîla van rêgezan gelekî xurt e, xelatên li ser navê van rêgezan bên dayîn. Bi vê re jî; xelata ekolojiyê, xelata azadiya jinê, xelata dewlemendiya çandî, xelata naveroka herî baş a civakî, di nav xelatên ku wê di mihrîcanê de bên dayîn de ye.

          Di mihrîcanê de di kategoriya sînemaya neteweyî de kategoriya piştgiriya senaryoyê jî heye. Di vê kategoriyê de Kurdî û Zaravayên Kurdî rêgeza bingehîn e û rêgezên ku mihrîcan xwe dispêrê wan, ji bo vê kategoriyê jî lê ye –derbasdar e-. Armanca bingehîn a vê derê ev e ku, sînemaya Kurdan a ku pêş ve diçe, di warê senaryoyê de jî alîkarî jê re bê dayîn û nivîskarên senaryoyê yên Kurd jî bîne ba hev û amadekirina zemîneke têkilîdanînê, tê armanckirin.

          Di çarçoveya mihrîcanê de pêşandana fîlman ji xeynî holên sînemayê, wê li gelek mekanên sergirtî û servekirî jî bên kirin. Bi vê re jî dê mihrîcan xwe bigihîne gelek kesan û mihrîcan li temamî bajêr were belavkirin.

          Di mihrîcanê de, bi gotûbêj, panel û atolyeyên cihê wê gelek nîqaş werin kirin û derfeta tecrubeyên cihê yên di warê sînameyê de ji sînemagerên ciwan re, were pêşkêşkirin.

          Wekî encam, armanca bingehîn a Festîvala Fîlman a Amedê ya ku wê di navbera 22-28ê Kewçêrê –Cotmeh- de were lidarxistin ev e ku, hunerê û bi taybetî jî sînemayê bîne ba gel, li Amedê ji bo sînema û sînemageran zemînekî çêbike. Ev zemîn jî, ji rastî, çand û hunera xwe hêzê werdigire. Em her fîlm û sînemagera/a demokrat, civakperwer, rêgeza jiyîna bi hev re ya gelan ji xwe re kiriye bengînî, li derve mayîna çerxa endustriyê ji xwe re kiriye nasnameya bingehîn, vedixwînin mihrîcana xwe.

 

 

Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn

 

Ortadoğu Sinema Akademisi Derneği

Huzurevleri Diclekent Bulvarı

54. Sokak No: 12 Kayapınar/Diyarbakır

Tel/fax: 0412 238 16 91

http://www.amedfilmfestivali.com/

https://twitter.com/amedffestival