Share |

Mirovê herî nexuya li Gävle berheman li astê cihanê belav dike

Dîmenek ji konserta Gävle li Swêdê

Emelie Lundin dibêje: ”Ji bo stranên Ciwanê Haco hêja ye mirov xwe hînî zimanê kurdî bike.”

 

 

Erê ku Ciwanê Haco muzîkvanekî hêjaye û hunermendekî ji pileya cîhanî ye, mirov yekser tê digehê.

Ez pê dihesim û tê digehim ka ev çi peyam e Ciwanê Haco, û hevalên xwe muzîkvan Paolo Vinaccia û Stein Bull Hansen vê êvarê li Gävle Teater radigehênin, nirxdara huner li ser Ciwanê Haco dinivêse.

Ya balkêş ew e ku ew li nav xelkê Gävle mirovekî nenaskirî ye. Bi gelemperî ew di vî warî de li nav swêdiyan tevan nenaskirî ye.

Gelek caran em hizir dikin ku rola zimên pir mezin e. Mirov dixwaze peyvan bibihîze û wateya strana dengbêj zanibe û bi giyanê xwe pê re bijî. Lê ez dikarim ji we re bêjim, ku dema di muzîkê bi xwe de pir kûrayî û dûrayî hebe, ev ne her û her pêwist e.

Ez bixwe nizanim bi kurdî biaxivim, ne jî tê digihêm, lê ez bi zelalî bi hestên xwe tê digihêm ka Ciwanê Haco, û mûzîkjenên pê re Paolo Vinaccia û Stein Bull Hansen çi dixwazin vê êvarê li Gävle Teater ragehênin. Wan bi nazikî pêwendî di nav hev de û bi guhdaran re ava dikirin, lê pêwendiyeke bi hêz û bi xwe bawer bû.

Ciwanê Haco, li tembûrê dixe. Tembûr, amûrek kurdî dirêjî têlî ye, ew dişbe texlîtekî ûda bi perde, zingêniya meqaman ji degê wê dihat û diherikî nav akordên gîtara Stein Bull Hansenî ya nîvdeng û bi hev re yekîniyeke nazik bi stîlê muzîka gelêrî ava dikirin. Ew tiştekî nû diafirînin, lê dîse jî mirov wî tiştî nû nêzîkî hestên xwe dibîne.

Hemû bi hêza rîtma kesnedî ya her sê daholên destan û sîmbala piçûk ya Paolo Vinaccia ber bi pêş ve diherikin, wî di yek wextî de li her sê daholan dixist û pê re jî bi piyê xwe li erbaneyekê jî dixist. Bi hev re wan lerzîneke zîndewer ava dikir ku derfet nedihişt mirov xwe jê biparêze. Ew serpêhatiyeke muzîkî ya zindî bû, weke di leystikeke şirûdî de dida ser pişta hev. Û tê de cihê awaza bluesa gîtara solo û her weha çelengî û pêlewaniya tiliyên Ciwan li ser têl û perdên tembûrê numa dikirin.

Her weha Ciwanê Haco, xwediyê dengekî bi hêz û zelal e, û weke ku ji min re hate gotin pirniya stranên wî li ser evînê ne, lê belê hin jî li ser kûl-derdên gelê kurd in. Tevlî ku min got ku ne gotinên stranan aliyê herî giring e li cem min, dîsa jî xwezî dawiya dawî min karîbana pê re strandibûma.

Dibe ku hêja be mirov rabe here kursê zimên û xwe hînî kurdî bike!

Bi rastî gereke muzîka Ciwanê Haco hêjayî vê be.

 

Çavkanî: Emelie Lundin, Arbetarbladet, 21.1. 2012

Weger: Zagrosê Haco

Wênekêş: Sigrid Ejemar

Gävle: Bajêrek welatê Swêdê ye.