Share |

Navenda Xanî li Duhokê Dr.Bedirxan Sindî xelat kir

Li roja çarşemê 06.12.2023 Navenda Xanî ya Rewşenbîrî û Ragihandinê li hotêla RIXOS li  bajarê Duhokê,

çalakiyek taybet û merasîmek zor ciwan ji bo rêzgirtin û xelatkirina Nivîskar û helbestvanê mezin rêzdar Prof.Dr.Bedirxan Sindî lidarxist, bi amadebûna Dr. Salar Osman berpirsê beşê Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDK ê, û Dr. Elî Teter parêzgarê Duhokê, û M. Elî Ewnî berpirsê liqa yêk û cemawerekê pir baş ji berpirsên hizbî û îdarî, nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û rojnamevanan, êvariyek pir bi coş û serkeftî bû.

Dr . Bedirxan Sindî di axaftına xwe de bo alavên ragihandinê got “Rêzgirtina nivîskar, helbestvan û rewşenbîrekî rêzgirtina miletê wî ye, ji ber ku ew zimanê miletê Kurd e û ev rêz ne tenê ji bo min lê belê ji bo her kesê ku destê wî di nivîsandinê de hebe.”

Û hêjayî gotinê ye ku sala 2022an de Komîteya Xelata Cîgerxwînê di warê helbest û xizmeta wêje û çanda Kurdî de xelat da Dr. Bedirxan Sindî.

 

 

Dr. Bedirxan Sindî  

 

Di sala 1943 an de, li bajarê Zaxoyê ji dayîk bûye. Di sala 1966 an de, li Îraqê zanîngeh bi dawî aniye û di sala 1979 an de, li Ingilîstanê doktora wergirtiye. Her ji sala 1960ê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. pir gotar, vekolîn û helbest bi kurdî û erebî jî, di kovar û rojnameyan de belav kirîne. Wî ji destpêkê helbest li ser qalibê klasîkî divehandin û gelekî tê de biserkeftî bû, paşê yên serbest jî nivîsîn. Gelek helbestên wî yên bû ne stran. Çend pirtûkên wî bi zimanê kurdî û erebî çap bûne.