Share |

Nivîskar Şerefxan Cizîrî, gotûbêj li ser pirtûka "Edebîyata Devkî û Şer" kir

 

 

Di nav Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh a Amedê de. di “Roja Nivîskar” de, di roja şemîyê 12-3-2022an , li Wêjegeh Kitapê, li Amedê . Şerefxan Cizîrî, behsa pirtûka xwe ya bi navê "Edebîyata Devkî û Şer" kir,  her wekî di edebîyata gelek zimanan de jî wisa ye, di edebîyata devkî ya Kurdî de li ser mijara şer disekine.

Û her weha Pirtûk li ser vê mijarê hin mînakan ji edebîyata devkî dide û ranêzikîyeke teorîk li wan dike û di ser van mînakan re jî, li ser rûxîna civakî û psîkolojîk ya ku ji ber şer çêdibin, nirxandinan kir. ev gotûbêja girîng bi moderatorîya lêkolînvan Zeyneb Yaş bi rêve çû.