Share |

Pêşandana filmê Bîstanê Zêrîn yê derhêner Seyda Goyan li Qamişlo

Filmê “Bîstanê Zêrîn” filmekî dokûmenterî û bi stranan genimdirûn û genimkutanê tê kirin destpêdike . Ev kelepûr belkî nimuneyek yekem e, li tu deverek ê dinyayê de tiştek wisan tune. Ev kelepûr di berê de egere li deverekî Kurdistanê de hebuya lê îro nemaye; tenê li bajarê Şirnexê maye û hêjî zindî ye. Lê ev kelepûr mixabin ser doşeka sekratê ye heta çend salek dî ew jî êdî namîne. Mebesta wî ev kar wek belge bête nişandan ji bo Gelê Kurd û Şaredariya Şirnexê, bal bikşîne ser wan karan û bête teşwîqkirin ku ji mirinê bête rizgarkirin lê mixabin ev jiyana wan ya wek belgefilm hatî kişandin ya genimdirûnê piştî wê kişandinê nefesa dimahîkê hate dayîn. Ew kelepûr êdî nemaye. Cihê daxê pêşeroja Gelê Kurd ew jiyan û kelepûr wê zindî nebinin tenê di dimenên hatî kişandinê de wê temaşe bikin.

Seyda Goyan

Di sala1965’an li Gundî Ripin ser navçeya Goyan (bi Tirkî Uludere) li Şirnexê hatiye dinê.

 Ji sala 1990 dest bi kare berhevkirina çand û hûnera Kurdistanê wek foto, video, û tekst bi şêweyek amatorî berhev dike.

Di Sala 1992 ji aliye dewletê ve tê desteserkirin û mişextiyê bajarê Amedê dibe.

Di Salên 2000’i ve hêdî hêdî ber bi nîv profesyoneli pêş dixe.

Di 2007 pirtûka Stranên Folklorîk ên Botan çap dike, 2008 Berga Duyem derdixe û gel vê jî filmek dokûmenterî der barê genimdîrûn bi navê Bîstanê Zêrîn ser navê Enstîtûya Kelepûrî Kurd amade dike , û di 2011’n di pêşbirka belgefilmên Kurdî de li Batmanê dibe duyem.

 Serê sala 2014’an Pirtûka bi navê Antolojiya Dengbêjan û Detanên Kurdî ji devera Botan bi CD’ya bi dengî Dengbêjan hatiye tomarkirin çap kiriye.

Seyda Goyan Karmendê Dewletê ye ji sala 2006’an û vir de li Bajarî Batmanê dijî heta niha 5 pirtûk der barê çanda Kurd de çap kiriye 11 filmên Dokûmenterî ser jiyana Gelê Kurdhin ji wan:

 karê doşav, ava sûsê, leyistikên zarokan, destkariyên jinan, kiştûkalî û jiyana navdarên Kurd û hunermendên Kurdan saz kiriyie. Ji sala 2005’an û vir de Endamî Enstûituya Kelepûrî Kurd ya Silêmanîyê ye.