Share |

Pêşangeha Peykerên Hesinî Ya Hunermend Seywan Saeedian

Hunermendê şêwekar û peykersaz Seywan Saeedian pêşangehek taybet li gundê Yuvacik- Amedê vekir, ku ji peykerên hesinî bûn û li derve û di nav suriştê de bû.

 Birêz Seywan dibêje: "Huner ne tenê di nav galîriyan de ye û ne tenê kesê li bajaran dikarin hunerê temaşe bikin, divê ku huner azad be ji ber wê ez hatim gund û min li ser sînga suriştê berhemên xwe belav kir."

Li ser mebest hunermend ji paş vê pêşangehê, wî got :" şer li gundê kurdan her dibe û hestin bi şer re derbasî gundan dibe, çi ji perçên Tang, firoke û mûşikan jî, ji ber wê min xwest ku ez hestin bi astatîk û ciwanî bibim gund."

Ev ne pêşangeha yekem e ji Seywan re, ku wî berî nuha li Rojhilatê û Başûrê Kurdistanê pêşangehên wisa kirye ji ber ew bawer dike ku huner divê vegere jêdera xwe.

 

Luqman Ehmed - Dengê Amerîka