Share |

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

2yemîm Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixe bi beşdariya 72 weşanxaneyan li Sumerparkê dest pê kir. Hevşaredar Gultan Kişanak di pêşangehê de axivî, diyar kir ku TUYAP ji ber hin sedeman pêşangeh venekir û got, “Ji ezmûna sala par diyar bû ku em dikarin vî karî bikin.”

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê pêkanîn, li Sumerparkê vebû. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên civaka sîvîl, xwediyên weşanxaneyan, nivîskar û gelek kes beşdarî vekirina pêşangehê bûn. Mehmet Çakmak li ser navê Koordînasyona Fuarê axivî û diyar kir, di encama xebata 4 mehan de ev fuar tê vekirin, hemû weşanxaneyên kurd tê de amade ne, bi tevayî 72 weşanxane tê de beşdar in. Çakmak bal kişand ku hêmaya îsal a fuarê “azadî” ye û weha got, “Di her warî de pêdivî bi azadiyê heye. Pêkutî li ser gelê kurd û tirk berdewam in. Îro gelek nivîskar tên zindanîkirin, pirtûkên wan têne qedexekirin, rojnameger, akademisyen tên girtin. Ji ber vê yekê em dibêjin azadî.”

Di fuarê de çalakî tên lidarxistin

Çakmak aşkere kir ku her sal dê mêvaneke/î rûmetê yê/a fuarê hebe û got ku mêvanê îsal Ehmed Huseynî ye. Çakmak destnîşan kir ku di fuarê de panel, semîner, helbestxwendin û şano û konser dê hebin û got ku di nav 6 rojan de dê 75 bermane bêne pêkanîn. 

‘Em dikarin vî karî baştir bikin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bal kişand ku TUYAP ji ber hin sedeman êdî li bajêr pêşangehan li dar naxe û got, “Me ji ezmûna xwe ya sala par zanî ku em dikarin vî karî pêk bînin. Hem rewşengeriya bajêr hem jî saziyên civakî xwedî wê şiyanê ne ku bikaribin pêşangeha xwe li dar bixin.”

‘Xwendin û nivîsîn wek dermanî ye’

Kişanak diyar kir, herêm û bajêr di pêvajoyeke gelek dijwar re derbas dibe û got ku vê fuara pirtûkan hinekî bêhna civakê tîne der û weha domand, “xwendin û nivîsîn wek dermanî ye.” Kişanak bal kişan dku keser, xemgînî û lêgerîna azadiyê di wêje, çîrok û romanê de heye. Kişanak da zanîn ku xwendin û nivîsîn dermankirin û xweşkirina jiyanê ye, hêviya siberojê ye. Kişanak bal kişand ku fuar berê nivîskar û weşanxaneyan dide afirandinê û weha pê de çû, “Em bi xwendinê dikarin birînên xwe sax bikin, hêza berxwedan û azadiyê gur bikin.”   

‘Em di Ronesansekê de ne’

Kişanak da zanîn mêvanê rûmetê yê fuarê Ehmed Huseynî kul û keserên gelê Rojava di helbestan de dide der. Pê re Kişanak bi bîr xist ku berî du rojan Cejna Zimanê Kurdî bû ku bi boneya derketina Kovara Hawarê tê lidarxistin û got, “Jiyana nivîsa kurdî li sirgûnê di şertên giran de dest pê kir û gihîşte van rojan. Em niha di pêvajoyeke Ronesansê de ne ku şewqê dide ser siberoja me.”

Beşdar li standan geriyan

Piştre mêvanê rûmetê Ehmed Huseynî jî helbesta “Rojbaş Amed” xwend. Hevşaredar Kişanak kulîlk û plaket dane Huseynî. Kişanak û beşdarên fuarê sohbet kir, paşî bi hev re li fuarê geriyan û sera weşanxaneyan dan.

2yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, di navbera 17-22yê gulanê de her saet di navbera 10.00 û 20.00an de di xizmeta pirtûkhezan de ye.

 

http://www.diyarbakir.bel.tr/ku