Share |

Pêşangeha Pirtûkan ya Herekol Li Qamişlo Destpê Kir

Pêşangeha Pirtûkan a Herekol, ku îsal 2020 ya çaran tê darxistin, li Hola Zana ya Qamişlo destpê kir.

Pêşangeh bi tevlêbûna bi dehan sazî, dezgeh, rewşenbîr û hejmareke bilind ya beşdaran hat vekirin.

Komîteya amadekar ragihand ku li kêleka pêşangehê wê jiamreke çalakîyên çandî û rewşenbîrî dê werin lidarxistin.

Endamê komîteya amedekar Ebûd Mexso ji Dengê Amerîka re got ku hejmara weşanxane, pirtûkxane, dezgeh û sazîyên lêkolînê û kovarên ku beşdarbûne giheştiye 39’an.

“Cûdahîya pêşangeha îsal beşek girêdayî zarokan zêde bûye û hejmara pirtûkan jî pirtir e. Di pêşangehê de 120 hezar pirtûk hene û îsal gelek weşanxane di pêşangehê de amade ne,” Mexso got.

Ebas Ehmed, xwedîyê pirtûkxaneya Zehra jî got ku ev sala sisêyan e ku ew tev li pêşangeha HEREKOL dibin.

“Em bi hêvî ne ku her xwendevanek li vê derê amade bibe, jiber gelek pirtûk hene, xwendin karekî jibo ramanên mirovan veke û zanyarîyên wî zêde bike".

Çaverê ye ku di çarçoveya pêşangehê de semîner, maseya rewşenbîrî û çandî werin darxistin û pêşangeh dê di 25’ê Tîrmehê de bi dawî were.

Hêjaye bîrxistinê ye komîteya amadekar ragihand ku di pêşangehê de ti pirtûkên qedexekirî tunene.

Zana Omer-dengeamerika