Share |

Pêşangeha Rengên ji Efrînê ya Wêneyan li dark et

Hunergeha Aslan Art bi hevkarîya zanîngeha Efrînê pêşangeha heftê ya şagirtên xwe li dar dixe.

Di pêşangeha bi navnîşana “Rengên ji Efrînê” de, 25 şagirtên wênesazî 145 tabloyên xwe tînin pêş mêvanan.

Rêvebir û xwedîyê hunergeha Aslan Art, wênesaz Aslan Mamo dibêje ku tevgera hunerê li Efrînê geş bûye, lê hol û galêrîyên hunerî kêm in.

"Mirov mijara serekî ya tabloyan e û herwiha folklora Kurdî û jîyana mirov jî di wêneyan de tên vegotin, Mamo derheqa mijar û naveroka tabloyan de dibêje.

Hêjayî gotinê ye ku hejmareke balkêş serdana pêşangehê di roja vekirinê de kirin û çaverê ye pêşangeh çend rojan bidome.

 

dengeamerika