Share |

Pêşengeha şêwekarê kurd Luqman Ehmed li Washingtonê

Wêneyên kurd li Washingtonê dibin mêvan

 

 

Pêşangeha hunermendê kurd Luqman Ehmed li Washingtona DYA'y, li Foundry Gallery vedibe.

 

Hunermendê kurd Luqman Ehmed ji sala 1986'an ve bi karê hunerê re eleqedar e. Ew niha komek ji berhemên xwe li Washingtona Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşkêşî hunerhezan dike.

Pêşangeha Luqman Ehmed ku bi navê "Hêviyên Biçûk" hatiye amadekirin dê ji 1'ê gelawêjê heta 2'yê rezberê li dar be. Kokteyla ji bo vekirina pêşangehê jî wekî 3'yê gelawêjê saet di navbera 18.00 - 20.00 e diyar kirine.

Ehmed di vê pêşangehê de hindek nimûneyên der barê folklora kurdî de pêşkêş dike.

Ehmed li ser huner, folklor û mîrateya kurdî wêneyên xwe saz dike û di nav hunermendên bandorker de cih digire.

 

Ji bo kesên eleqedar e-amila Luqman Ehmed ev e:

lukmanahmad@live.com

 

 

Navnîşana pêşangehê:

Contact Foundry Gallery

1314 18th Street, N.W., 1st Floor

Washington, DC 20036

Telephone: (202) 463-0203

 

Diyarname