Share |

Pêşengeha Şêwekarê Kurd Rehîmo li welatê Belçîkayê hate vekirin

 Şêwekarê Kurd Rehîmo
Şêwekarê Kurd Rehîmo

 Hunermendê şêwekarî yê Kurd Rehîmo pêşangehek ji bo karên xwe yên hunerî li Belçîkayê vekir û dengek mezin bi pêşengeha wî ket li nava welatê Belcîka yê .

 

Di roja 24ê sibata 2024an de pêşengeha Hunermendê Kurd Rehîmo li bajarê Hêrintî yê Belçîkayê bi alîkariya rêkxistina Hêvîyê gelek tabloyên xwe yên nû derxistin pêşberî temaşevanan .

 

 Û yek ji armancên vê pêşengeha Rehîmo ew ku xweşiktî û azarên gelê Kurd bi rêya tabloyên xwe bi cîhanê bidim nasandin”.

 

Hêjayî gotinê ye ku Hunermend Rehîmo di sala 1962ê li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û ji sala 1991ê ve li Belçîkayê dijî, berhemên wî li gelek welatên Ewropayî û Erebî hatine nîşandan û pêşangeh jê re hatine vekirin.

 

Hunermen Rehîmo xelata duyem ya baştirîn hunermendê penaber li Belçîkayê bi destxistiye û di 3 Adarê de pêşengeha wî bi dawî hatiye.