Share |

Pêşengeha Pirtûkan a Mezopotamyayê li Amedê dest pê kir

Wêne  mezopotamiya ajans
Wêne mezopotamiya ajans

Pêşengeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ku ji aliyê DTSO û Fûarvaniya Eylulê ve di roja şembê 16-12-2023 destpêkir û wê heta 24'ê kanûnê berdewam be .

 

 pêşengeha ku piştî 4 salan dîsa tê lidarxistin dê 9 rojan bidome û gelek weşanxaneyên kurdî jî tê de cih bigirin. pêşengeh, wê li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bê lidarxistin û nêzî 200 weşanxane tev lî bibin, û gelek gotûbej û rojên îmzeyê di nava bernameya pêşengehê de hene  .

10 jê bi Kurdî, 200 weşanxane û 300 nivîskar li vê qadê wê berhemên xwe pêşkêşî xwîneran dikin. Di 9 rojan de dê 80 çalakiyên wêjeyî yên wekî panel û danasîna pirtûkan bên kirin. Di pêşangeha 9em de 175 hezar kes beşdar bûbûn. Îsal tê payîn ku 700 hezar kes serdana pêşangehê bikin. Lewra li gorî amaran, di roja yekem de 20 hezar kesan beşdarî kir.