Share |

Pêwîstiya Hevkariyê… Salar Elo

 

Qonaxa ku nuha em têde dijîn qonaxek pir giringe bo avakirina kesayetiya mirovê kurd yê paşerojê , û yek ji alavên serekî di avakirina kesayetiya kurdî de di vê qonaxê de ewe damezirandina sazî û yekîtî û sendîkên nemazebûyî ji nifşên civakê re yên cuda,

ji ber ku rêcîma ba'as ev sazî û yekîtî û sendîke li ser gelê kurd qedexe kiribûn , wisa di projeyê damezirandina çi saziyê de divê kes neyê piştguhkirin da ku proje wataya xweyî durist bistîne wek sazî , komîtên saziyê divê bi şêweyekî dîmoqrasî bên hilbijartin da ku bikaranîna şêweyê dîmoqrasî bibe bingehek di mejiyê mirovê kurd de yê paşerojê , lê damezirandina saziyekê di rewşên îro de bi pêwîstî hevkariyê ye , bi pêwîstî xebatek hevbeşe û hevdûgirtîye , divê ku em karibin nerînên hev bipijirînin , cudabûna rayan nabe berpêk li pêşiya damezirandina saziyekê , lêbelê cudabûna rayan projeya damezirandina evê saziyê dewlemendtir dikin eger em karibin navkokiyên xwe yên kesayetî li derve bihêlin û eger em karibin biryarên xwe bi şêweyekî dîmoqrasî di civînek giştî berfireh de bistînin bêyî piştguhkirina tu kesê ku ji mafê wane endametiya vê saziyê bigirin , li ser bingehên saziyan yên ku li seranserî dewletên cîhanê diyarin , di vî aliyî de giringe ji mere ku em vegerin kardîtinên dewletên pêşketî di warê saziyan de û em sûdê jê bigrin bi mebesta ku em li ser temezê kurdî pêkbînin digel biçavstandina taybetmendiya civaka kurdî , wek nimûne projeya damezirandina yekîtiya nivîserên kurd ya ku danûstandinek mezin û berfireh li ser çêbû lê mixabin tu encam neda , lêbelê navkokî di navbera hin nivîseran de pirtirbûn , birastî nivîserê kurd weku rewşenbîrekî di civakê de rolek giring di vê qonaxê de jê tê xwestin û pêve tê girêdan , parastina yekîtiya gelê kurd ew erkê pêşîye yê jê tê xwestin , digel beşdarbûna wî di çêkirina biryara netewî ya kurdî ya ku paşeroja gelê kurd li rojavayê kurdistanê li ser radiweste , ev erkên giring ku ji nivîseran tên xwestin di vê demê de , divê ku nivîser navkokiyên nav xwe derbaskin û li paş xwe bihêlin , û kongirekî giştî girêdin da ku yekîtiya xwe damezirînin , û biryarên xwe bi şêweyekî dîmoqrasî şaristanî bistînin , û wek min di pêşiya vê gotarê de anî ziman ku cudabûna rayan nabe pirsgirêk lê dibe alavê dewlemendkirinê digel ku yasayên yekîtiyê bi dengdanê bê nivîsandin , birastî karekî wisa mezin di rengê saziyan de wek yekîtiya nivîserên kurd bi pêwîstî hevkariyê ye ji hemû nivîserên kurd (yên bi zimanê kurdî dinivîsin û yên bi zimanê erebî) yên ku xwe berpirs dibînin di ber kêşeya gelê kurd de li rojavayê kurdistanê.

Salar Elo