Share |

Payîz û sibeh Û Niha… Azer Şiweş

 

 

Payîz û sibeh

 

 

 

Vê sibehê, baran tê

 

Pêre bêhna te jî tê.

 

Vê sibehê, ji dengê te,

 

li dengê xwe guhdar dikim

 

pê lêvên xwe, qurbanî maҁên te dikim.

 

Vê sibehê,  ji her tiştî rêzgar dibim

 

Lê! Ji te, û ji zindiyên canê te,

 

nikarim rêzgar bibim.

 

Vê sibehê, bi qasî xwe,

 

dizanim bê ҁiqasî ji te hez dikim,

 

ҁiqasî ez bêriya te dikim

 

bêriya hêsrên xwe,

 

yên li cem te,

 

ez dikim.

 

Vê sibehê, li wêneyê te, temaşe dikim

 

Pê! Ji xwe dannimêj dikim

 

Tê de helbestatê,

 

diyar dibe

 

Wê!  zê

 

Di şevên te de,

 

yan di berbangê te de,

 

diyarî pinpinîkên baxê te bikim.

 

Vê sibehê, ji payîzê bêhtir,

 

ez payîza xewnên tedibim,

 

û derbirîna derdê te dibim.

 

Vê sibehê û her sibeh,

 

Ta hebim,

 

Zê pênivîsa şiva destên te bibim,

 

Û tu bi xwe,

 

ҁiraҁavên min dibî…………..

 

 

 

07. 10.2012

 

 

 

-------------------------------------------

 

 

 

 

Niha

Vê helbestê diyarî şehid Rêzgar( Zerdeşt Heybet îsmaîl ) dikim

 

Niha,

 

dikarim xwe û te

 

ji berê bêhtir bixwînim

 

û ez rihet di hêlîna tede,

 

li berҁira te,

 

nimêja xwe danhezê xewnên te bikim.

 

Di hêlîna tede,

 

daweta te,

 

li dar bixim,

 

û li berbangê!

 

Bêhna gula te bikim

 

Û wê diyarî rêvecûna rêҁa te bikim.

 

…………..

 

Niha dikarim,

 

pirtûka yara,

 

te jê hezdikir,

 

ku ew Kurdistan e bixwînim

 

û ezmîna te,

 

û mîna xwe ji kurdistan hez bikim.

 

……………

 

Her kuez,

 

li wêneyê te temaşe dikim

 

ji xwe pirsa qelenê yara te dikim,

 

û pirsa tevneya ciwaniya li hevhatina te

 

dikim.

 

………….

 

Di riwête de yar ( Rêzgar ),

 

axêbêriya barana ҁavên te dikir

 

şevnemê bêriya şeva te dikir,

 

êvarê bêriya dengê te dikir,

 

gulê bêriya pinpinîka te dikir

 

Xêzê bêriya pênûsa te dikir,

 

helbestê bêriya awaza te dikir,

 

kurdistanê bêriya siwarê roja xwe dikir,

 

û min bêriya giyanê te,

 

û hevaltiya te dikir.

 

……………….

 

Wê bi navê te,

 

kurdistan rêzgar bibe,

 

û tê! Di ferhenga wê de,

 

ta û ta

 

razaciwaniya me

 

bibî…………

 

20.09.2012