Share |

PEN’a Kurd dixwaze navenda xwe bîne Amedê

 

 

Serokê PEN’a Kurd Dr. Zerdeşt Haco û sekretera PEN’ê Dr. Bêrîvan Doskî, aşkera kirin ew dixwazin navenda xwe ji Almanyayê bînin Amedê. Li Amedê jî komek nivîskarên kurd lijneyek ava kiribûn û ji bo li Amedê PEN’ê ava bikin serî li PEN’a navneteweyî dabûn.

Serokê PEN’a Kurd Zerdeşt Haco, sekreter Bêrîvan Doskî û endamê PEN’ê Kakşar Oramar Şaredarê Bajarê Amedê Osman Baydemîr ziyaret kirin. Haco, di hevdîtinê de bal kişand herî zêde nivîskar û rojnamevan li Tirkiye û Îranê girtî ne û diyar kirin ew ji bo kesên girtî xebatan dimeşînin. Dr. Bêrîvan Doskî jî got da zanîn PEN’a navneteweyî (Yekitiya Nivîskarên Cîhanê) heta niha li 144 navendan, bi 20 hezar endaman hewl dide bi hemû zimanan wêje bi awayeke azad bi ser bikeve. Doskî, da zanîn wan weke PEN’a Kurd ji bo rojnamevanên girtî ji PEN’a navneteweyî re faks û name şandine û xwestine ji bo azadiya wan bikevin dewrê.

Kakşar Oramar jî di axaftina xwe de diyar kir PEN’a Kurd bi qasî navenda siyasî û çandî ye, naenda wêjeya kurd e jî û aşkera kir ew dixwazin navenda xwe ji Almanyayê bînin Amedê. Oramar, ji bo anîna navendê alîkarî ji Baydemîr xwest û wiha axivî: “Heke derfetên me rê bidin, em dixwazin di 28’ê nîsanê de, di salvegera avakirina rojnameya Kurdistanê de li Amedê navenda xwe vekin û di heman demê de jî kongreya xwe li Amedê pêk bînin.”

Şaredar Baydemîr jî got siyaset demborî ye lê wêje mayînde ye û nêrîna xwe wiha vegot: “Wêje, ziman û çand ji bo gelekî xebatên mayînde û daîmî ne. Ji ber vê yekê li Rojhilata Navîn dewlet û hikûmetan  her xwestine kurdan ji ziman, çand û wêjeyê dûr bixin. Ji bo wan dewleta polîtîkaya herî mezin dûrxistina kurdan a ji wêjeya kurd e.”

Maşallah Dekak-Amed (Rûdaw)