Share |

PENa Swêdî hejmarek taybet li ser Lîtertûra Kurdî bi sê zimanan weşand.

 

Kovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP) di hejmara xwe ya 16 şubatê 2023 de dosyak taybet li ser Lîtertûra Kurdî weşand.

Kovar bi sê zimanan weşana xwe dike Ingilîzî, Swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin.

Dosya taybet ku li ser Lîteratûra Kurdî ye, wê wek xelekan çend hefteyan li dûhev bê weşandin.

Di xeleka yekemîn de gotareke nivîskar û serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez bi sernivîsa ( Parastina zimanekî tê wateya parastina tevayî zimanan)hatiye weşandin.

Her weha gotarek bi sernivîsa ( Rola eksîlê li ser pêşketina lîteratûra Kurdî ya modern) hatiye weşandin ku ji hêla nivîskar Firat Cewerî ve hatiye amadekirin.

Di vê xelekê de her weha 2 helbestên nivîskar Dilşa Yûsûf  jî bi sernavên ( Bakurê Dil) û ( Cemserê Din) hatine weşandin.

Di vê hejmara taybet ya kovarê de wê derdora 14

babetên cûrbicûr wek gotar, helbest û çîrok yên kurdî bên weşandin.

Firat Cewerî ku bi erkê redaksyona vê hejmara taybet rabûye û bi insyatîfa wî ev xebat destpêkiriye di vê derbarê de weha dibêje:

"Kovara PENa Swêdê  kovara Hawarê bi bingeh girtiye û ev hejmara kovara xwe ji ziman û edebiyata kurdî re veqetandiye. Em ê bi vê hejmarê çîroka xwe û zilma ku li me û li zimanê me bûye bi 3 zimanên bigihînin yên dinyayê vebêjin ".

 

Hêjayî Gotinê ye ku kovara PEN/OPP ya PENa Swêdî ye, di sala 2011 an de dest bi weşana xwe kiriye. Duruşma wê ya sereke eve: "Azadiya derbirînê, lîteratûr û kulturê".

Ev kovar platformeke azade ji bo hemî nivîskar û rojnamevanên ku nikarin bi azadî li welatên xwe ramanên xwe biweşînin.

Heta niha têkstên 320 nivîskaran ji 55 welatan weşandiye û li 150 welatan tê xwendin.

 

 

Têbînê:Hûn dikarin li ser van linkên xwarê her 3 babetan xeleka yekemîn bişopînin.

https://www.penopp.org/sv/artiklar/exilens-roll-i-den-moderna-kurdiska-l...

- https://www.penopp.org/sv/artiklar/dikter-av-dilsha-yusuf?language_conte...

- https://www.penopp.org/articles/defend-one-language-means-one-defends-al...

Dilşa Yûsûf –Swêd