Share |

Pirtûka çîrokan ya şehîd Huseyîn Denîz derket

Li ser bergê paşî yê pirtûkê weha hatiye nivîsîn

 

Ev çîrok û çîvanokên gelêrî yên dapîr û bapîrên kurdan vegotine û bi sed salan ji dev û guhên heta roja me hatine, di wêjeya kurdan a vegotinî de cihekî girîng digrin.

Şehîdê nemir nivîskar Mamoste û rojnamevan Huseyîn Denîz pirahiya van çîrokan ji nava gel bi rêka kasetên teybê behev kirbûn, hinek ji wan derbasî ser kaxezê kirbûn, hinek jî hîn di kasetan de mabûn ku tam di wê kêliyê de, ji aliyê xayinên welêt û nokerên dagirkeriyê ve bi xafiltî hatibû gulebaran û şehîd ketibû, ji ber vê yekê xebata wî ya berhevkirina çêrokên gelêrînîvçe mabû.

Piştî şehadeta wî bi 21 salan be jî, me xwest wekî bicihanîna deyndariya li hember bîranîna şehîd Huseyîn Denîz hinek ji berhemên wî yên nîvçemayî div ê pirtûkê de bi cih bikin, giyana wî pak di nava aramiyê de her şad be û wê bê dawî rêka wêjeya kurdî û têkoşîna azadiyê ronî bike!