Share |

Pirtûka mirinê…Ehmedê Huseynî

     

 

EBID XELÎL

Li aliyekî te şagirdên Newala Qesaban

Li aliyekî din çingîna kilîtên buhuştê,

Li aliyê herî qedexe jî, dayikên sirûdê bîranînan bi rondikên germ dişon....

Li aliyê şehîdan jî pirtûka azadiyê vedibe…

Li aliyê dilê te jî, xwîna welatekî ji serkaniyan, bi ser pirtûkê de, dirije...

 

HIŞ BE!

Min digot: Ji te hez dikim!

Te digot: Hişşş be!

Dê peyvên te ji destnimêjê bikevin....

Min digot: Ji te hez dikim!

Te digot: Hişşş be!

Dê firîşteyên Xwedê ji odeya me birevin.

Min digot: Ji te hez dikim!

Te digot: Hişşş be!

Dê kujerên nasnameya te jehrên xwe bînin û di şkeftên xewna te de bicivin...

Min digot: Ji te hez dikim!

Te digot: Hişşş be!

Dê sosret û komkujî

girtîxane û xwînrijî

Segbav û bîjî, di hibra xeyala te de bilivin....

Min digot: Ji te hez dikim!

Te digot: Hişşş be! Hey xwlîsero hiş be!

Dê goristanên bênav

Şehîdên bêkêl

Reşeba û gurepêl

Di şaneşîna dilê te de binivin...

 

SERÊKANIYA XWÎNÊ

De hêjayî keservedana dîroka min be!

De hêjayî dudilî û kavilên çîroka min be!

De hêjayî komkujî

û hêjayî derewînên kevoka min be!

Tu ji hemî welatan dûrtir î...

Tu ji hemî asîtankan nêzîktir î...

Tu ji nû ve bagerên êşê şiyar dikî,

Tu ji nû ve kêlên payîzê

di goristana dilê min de har dikî...

De hêjayî sîbera xwîna xwe be!

De hêjayî hîrîna hespên birîna xwe be!

De hêjayî sirûda avê be!

De kaniyê zuha bike û hêjayî serê tavê be!

 

AMÛDÊ 1960

Vê sibehê, mîratgirê cegerdariya agirê te me Amûda min!

Nalînên te bi destên xwe yên ji genim dixeniqînim...

Were di nexşeya çavên min de rûne!

Were welatên şewatê li ber lingên te bigurînim...!

Were serê rojê ji te re bişikînim

û pinpinîkên zêrîn ên zarokên te ji Xwedê re bifirînim!

Were 1960 caran te di hembêza xwe de bihelînim!

Du caran min ha ji xwe nebû…

Du caran li ser destên te şikestim...

Carekê dema min ji te re got: Ji te hez dikim.

Cara din jî dema te kêra xwe di dilê min de daçikand!