Share |

Pirtûka nû ya Hesen Huseyîn Denîz “SERPÊHATIYÊN PENABERTIYÊ"

Pirtûka nû ya Hesen Huseyîn Denîz `SERPÊHATIYÊN PENABERTIYÊ` li ser jiyana Penaberên Kurd ên li Mexmûrê, ji derketina ji gund heta gihiştina Mexmûrê bi wêne û bi bîranînên gundiyan ji devê wana hatiye nivîsandin li Weşanxaneya Aramê derket.

Pirtûk bi bîranîna derketina ji gund, bicihbûna li ser xaka Başûr, derbasbûna aliyê Iraqê, hatina Mexmûr û li wir sazkirina jiyanê, ew salên dijwar ên 1992 heta 2002 bi awayekî rastînî û bi hemû hest, raman, hêvî, êş, jan, dijwarî, zor û zehmetî û xweşiya xwe radixîne ber çavên we. Di pirtûkê de wêneyên di wan salan de hatine kişandin jî wekî dokumantar rê şanî mirov dide.  Pirtûk a ji 158 rûpelan û 130 wêneyan pêk tê ji bîranîna Ûta û Amara (keçeke Alman û yeke tirk ku di qezayeke trafîkê de li Qendîlê jiyana xwe jidest dabûn)re hatiye diyarîkirin.

Isbn ..978-9944-222-43-3

Yên dixwazin vê pirtûkê bidest bixin dikarin ji ser van  E-mailan bixwazin:

info@aramyayinevi.com, zimanekurdi2008@gmail.com

Pirtûk bi awayekî rengîn hatiye çapkirin.