Pirtûka “Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha” ya Yehya Omerî ji Pall Weşanê derket û hat ber destê xwendevanan.
Yehya Omerî piştî 5 salan bi pirtûkeke nû derket pêşberî xwendevanan.
Pall Weşanê pirtûka sêyem a helbestan ya nivîskarî “Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha” çap kir.
Di vê pirtûka Yehya Omerî de 42 helbest cih digirin.
Yehya Omerî yê ku xelatgirê Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ye.
Her wiha Omerî bi dîwana xwe ya “Anatomiya Demsalên Zer” (2015) di demeke kurt de di wêjeya Kurdî de cihekî xurt girt.
Yehya Omerî kî ye?
Yehya Omerî di sala 1993yan de li gundê Êlaskaya Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Di sala 2017an de li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê beşa mamostetiya Ziman û Edebiyata Tirkî qedand. Di sala 2020î de li heman zanîngehê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind qedand.
Di sala 2015an de dosyeya wî ya ewil Anatomiya Demsalên Zer di Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî de hat xelatkirin. Endamê kovara Bar Helbestê ye.
Berhemên wî:
Anatomiya Demsalên Zer (2015, Evrensel)
Nêrgiza li Defterê Bişkivî (2021, Avesta)
Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha (2026, Pall).
Xwendevan dikarin ji malpera weşanxaneyê pallwesan.com û kitêbfiroşan pirtûkê bixwazin.