Share |

Pirtûka 'Nan û Xwê' hat weşandin û îmzekirin

Pirtûka 'Nan û Xwê'
Pirtûka 'Nan û Xwê'

Bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo îmzekirina pirtûka bi navê "Nan û Xwê" li Tirbespiyê şahiyek li dar xist.

 

Şahî li bexçeyê Kongreya Star bi beşdariya nivîska  Siyamend Hisên Ibrahîm, endamên Yekîtiya Rewşenbîran û mamosteyan li dar ket.

 

Di şahiyê de berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê axivî.

 

Nariman got: "Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê me wekî dîwana wêjeyê ev pirtûka nivîskar Siyamend Ibrahîm, îmze û çap kir. Ji ber ku zimanê me zimanê dayikê ye û herî dewlemend e."

 

Nivîskar Siyamend Hisên Ibrahîm naveroka pirtûka xwe ya ji bo haziran şîrove kir û îmze kir. Nivîskar Îbrahîm di pirtûkê de çîrok gelîrî ji wêjeya kurdî û ji wêjeya cîhanê amade kirine û pirtûk çap kiriye.