Share |

Projeya stranên “Dengê Jinên Mezopotamya” dest bi weşanê kir.

Stranên “Dengê Jinên Mezopotamya” dest bi weşanê kir.

Stran û hemû pêzanînên li ser zarbêj û dengbêjên jinên ku muzîka Kurdî li ser plak/qawan, bantê maqareyî û kasetan strane bi projeya

“Dengê Jinên Mezepotamya” ku bi piştgirîya culturCIVICê ji bo berdestî we hezkirîyê muzîka Kurdî bibin tên amadekirin. Armanca vê projê ronîkirina pêzanînên li ser jiyan, huner û berhemên jinên ku pêşengîya stranên kurdî kirine. Her weha hewldaneke ji bo parastin, çap û belavkirina berhem û arşîvên wan bi awayek rêkûpêk, resen û veguhastinek hemdemî da ku berhemên wan layîqî keda wan di vê serdemê da baştir bê naskirin û berdest kirin. Stran û arşîvên dengî û dîtbarî yên xebata vê projê wê bi çap û weşanek dijîtal li ser platformên sosyal meydayê, youtube û malperên têkildarî xebatê bên belav kirin û arşîva nivîskî û dokumanterî jî him matbû û himjî dijîtal wê bibe pirtûk.

Xebatê vê projeyê bi navê @dengejinenmezopotamya û li ser qenalê dengejinenmezopotamya - YouTube bi plaka Ayşe Şan ya ku li bergeke wê “Babê Seyro” û li bergê din “Kirasê Te Melez e” di 9.1.2024ê da dest bi weşana xwe kir ku ji niha û pêde ev stran û hunermend wê li benda guhdarvan û heskirîyên klasîkên muzîka kurdî bin.

Ev xebat di çarçova Projeyên Herêmî ya 4ê ku bi piştgirî û hevkarîya CulturCIVIC û Yekîtîya Awrûpayê tê destek kirin de li bin navê “Jinên Zarbêj û Dengbêj ku dengê wan li Mezopotamyayê bi muzîkê deng vedide" / “Dengê Jinên Mezopotamya” tê pêkanîn. Ev proje bi serperştiya lêkoler û arşîvkar Zeyneb Yaşê û bi hevkarîya ekîba projeyê tê birêve birin.

Dijîtalîzekirina Dengî: Şenay Kumuz

Mix: Gokçe Selîm

Masterîng: Gokçe Selîm

Alîkarîya Teknîkî: Îhsan Zanyar

Nivîsîna Tekstê: Bêrîvan Matyar/Zeyneb Yaş

Bergsazî û Vîdeo Art: Şenay Kumuz

 

Ev Lînka yekem starana vê projeyê ye.

https://www.youtube.com/watch?v=qU9-mEdqiC8