Share |

Qedrî Can û Mîrîtiya wî ji Helbesta Kurdî a Nûjen re... Konê Reş

Roja (09.08.2017), 45 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweş e ku ez helbestvaniya wî ji hunandina helebesta kurdî a nûjen re diyar bikim. Di sala 1936an de Qedrî Can helbesta xwe

(Reya Taze) nivîsiye. Ev helbest (Reya Taze), helbesta pêşiye di dîroka helbesta kurdî a nûjen de. Ev helbest û sala ku têde hatiye nivîsandin 1936 bûye qonaxek di toreya Kurdî de, bûye pirek di navbera helbesta kurdî a kilasîk û nûjen de, anku di navbera kevin û nû de.. Di pey wî re bi dor 10 salan helbestvana ereb Nazik Elmelaîke û Bedir Şakir Elseyab û hin din ji helbestvanên ereban dest bi hunandina helbesta nûjen kirine...

 

Di baweriya min de, hêjaye em navê mîrê helbesta kurdî a nûjen di nav kurmancîaxêvan de lê bikin.. Fermo çend perçeyan jê bixwînin:

Ew perdeya reş tarî,

Ko ji şevên reş diyarî,

Min...

Ji rûyê xwe kişand..

Li ber çavê xwe çirand..

Û avêt..

Avêt paş sed çiyayî..

Nava hezar deryay..

Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûş;

Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..

* * *

Ew zingara di mejî,

Ko mejyê min dimijî

Min.. ..

Bi kêrikê xeritand

Û bi agir şewitand

Û paqijkir...

Paqij kir jê serê xwe

Min avêt ji derê xwe..

* * *

Êdî... ...

Bi dîtina xwe,

Û bi bihîstina xwe..

Bi vîna xwe û bi mejî

Bi rêve-çûna xwe jî

Ez bûm însanekî nû, piresteşê olek nû,

Û di bajarê dil de min ava kir holek nû..

Qedrî Can