Share |

Qeydên Mûzîka Kurdî di sedsala 20ê de di simînarekê de li Almaniya

Li peytexta Almaniya Berlînê li navenda YEKMALÊ di roja 21-10 -2023 simînarek derbarê qeydên Mûzîka Kurdî ji Aliyê lêkolînvan Zeyneb yaş ve hate pêşkêş kirin .

Ev simînar ji Aliyê saziya YEKMAL û dezgeha RENGÎNÊ ve hat birêvebirin û bi moderatorya hunermendê şêwekar Bariş Seyitvan û wergera ji zimanê Kurdî bo zimanê Almanî Sodar Cafarzadeh.

Simînar bi beşdariya hejmarek mezin ji Kurdên herçar perçên Kurdistanê û Almanan bi rêve çû û têde Zeyneb yaş behsa Qeydên muzîka kurdî yên di nav çar dewletan û gelek miletan da hatin tomar kirin. Heta salên 50'î ku cara pêşî kurd bi rîya Bantên meqerayî dikarîbûn dengê xwe qeyd bikin û arşîvên xwe çêkin. Û herweha behsa pêvajoya Qeydên dengbêjan li pêvajoya 100 salan de. Û bi gotûbêjê û pirs û bersivan simînar bi dawî hat.

Zeyneb Yaş bi salan e li ser dîroka mûzîka kurdî dixebite. Ji bo vê jî  li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê deverê ku kurd lê dijîn, ji Afganîstanê heta Cezayîrê, ji Lubnanê heta Ermenîstanê, Rûsyayê, Ewropa û Amerîkayê bi gelek welatan re têkilî danî û belgeyên têkildarî muzîka kurdî bi dest xist û qeydan berhev dike.

Zeyneb Yaş sala 1974an li bajarê Sêrta Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû û Beşa Zimanê Fransî li Zanîngeha Marmarayê xwend û ev 24 sal e berhevkariya kelepûra Kurdî dike û xebat û lêkolînên xwe yên li ser çand û muzîka Kurdî berdewam dike.

Berhema bi navê ‘Şakarên Muzîka Kurdî’ ya Zeynep Yaş ku jiyan û berhemên 110 hunermend û dengbêjên Kurd tê cih digire, sala 2015an û lêkolîna wê ya derbarê jiyan û berhemên Ayşe Şanê de sala 2008an belav bûn û bi sedan nivîs û lêkolîn nivîsandine û di derbarê Folklora Kurdî de di Kovarên Kurdî belav bûne.