Share |

Rûdaw Tv dê di 29 Gulanê de Dest bi Weşanê Dike

Bi ahengeke taybet û bo ragihandina despêka pexşa telefizyona Rûdaw dê di 29 Gulanê vê heyvê dest bi weşana xwe bike.

 Ji nivîsîngeha Kenala Rûdaw Tv li Duhokê Yusiv Ehmed bo ajansa Peyamnêr ragihand ku: Rêvebirê giştiyê Tûra Mîdiya Rûdaw, berê niha agehdariya wan kirine ku, dê di roja 29 heyva gulanê de dest bi weşana xwe ya telefizyonî bike, girîngiyekî taybet dide nûçeyên Kurdistanî, weha dê nûçeyên cîhanî jî bibe beşeke girînga nûçeyan. Weha jî got kû dê bibe kenaleke taybet bo nûçeyan bo vê wê yekem konserta xwe ya ragihandinê li Duhokê saz bike.

Rêvebirê nivîsîngeha Duhokê a Rûdaw Tv, diyar kir kû, dê baregeha wê ya serekî li Hewlêr be, weke kar dê li hemû cîhanê kar bike, û dê girîngiyê bide hemû deverên Kurdistanê.

 

 

PNA