Share |

Roja zimanê dayikê û rewşa kurdî

Dewleta Pakîstanê di sala 1952’yan de bi deklarasyonekê îlan kir ku zimanê Urdu di heman demê de zimanê fermî yê gelê Bangladeşê ye. Li ser vê yekê Tevgera Ziman a Bengalê li dijî

biryarê pêvajoya çalakiyan da destpêkirin. Di çarçoveya biryara tevgera ziman de, xwendekarên zanîngehê yên Bangladeşî di 21’ê Sibata sala 1952’yan de çalakî lidar xist, lê ji aliyê hêzên rejîmê hatin qetilkirin.

Di ser vê bûyerê re 61 sal derbas bûn.  Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî 61 salan ev roj wekî “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” qebûl kir, lê ji 6 hezar zimanên ku niha li tevahiya cîhanê bi wan tê axaftin nêzî 3 hezaran bi windabûnê re rû bi rû ne. 

Li gorî nexşeya ziman a cîhanê ya ku ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya NY’yê ve hatiye amadekirin, her du hefteyan carekê li ser cîhanê zimanek wenda dibe. Li hemû erdnîgariyên ku zîhniyeta desthilatdariya li ser înkar û tunekirinê hatiye sazkirin heye, zimanên gelên bindest vê talukeyê dijîn. Li erdnîgariya Mezopotamyayê ku çavkaniya zimanan e, ev rewş hîn zêdetir tê dîtin.

Li gorî nexşeya zimanan, 15 zimanên ku li Tirkiyê têne axaftin bi tunebûnê re rû bi rû ne, gelek jî wenda bûne. Zimanên wekî Urgupî, Mlahso û Îbihî ji van zimanan e. Li Suriyê zimanê aramî, zimanê Fenîkiyan ên ku cara yekemîn alfabe bikar aniye di nava zimanên ku wenda bûne. Li Suriye, Tirkiye û Iraqê di nava zimanên ku talukeya windabûnê dijîn Asurî, Suryanî û Keldanî jî hene.

REWŞA KURDÎ....

Yek ji gelên li ser erdnîgariya Mezopotamyayê dijîn Kurd in. Welatê wan kirine 4 parçe û bi êrîşên dijwar ên înkar û tunekirinê re rû bi rû mane, lê dîsa jî zimanê wan kurdî, yek ji zimanên ku li cîhanê herî zêde têne axaftin e. Kovara ziman a bi navê Le Français Dans Le Monde ku li Fransayê tê weşandin, di weşanek xwe de nûçeyek bi sernavê “Zimanên herî bi bandor û ên dewlemend ên cîhanê” dabû û di vê nûçeyê de diyar kiribû ku zimanê kurdî di nava zimanên herî zêde tên axaftin de di rêza 31’emîn de ye. Zimanê kurdî li Rojhilata Navîn jî piştî zimanên Erebî, Tirkî û Farisî di rêza 4’emîn de ye. 

Her çiqasî ji ber qedexe û pêkutiyan zimanê kurdî heta niha di jiyana siyasî û aborî de zêde nehatibe bikaranîn û di nivîsê de pêş neketibe jî, di têkoşîna 30 salên dawî ya kurdan de gelek pêşketin çêbûne. Bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê di salên dawî de xebatên girîng hatin meşandin û hikûmet neçar hate hiştin ku pêngavan bavêje. Dîsa di jiyana siyasî û civakî de hîn zêdetir tê bikaranîn. Li Başûrê Kurdistanê jî di warê ziman de xebat têne domandin. Li Rojavayê Kurdistanê, bi destpêkirina pêvajoya şoreşa gel re, di warê ziman de jî di asta şoreşê de geşedanên girîng pêk tên.

DILDAR ARYEN-ANF