Share |

Rojnamevan û Helbestvanê Navdar Xelefê Zêbarî Koça Dawî Kir

Xelef Zêbarî  Dengê Amerîka 2012
Xelef Zêbarî Dengê Amerîka 2012

Rojnamevanê navdar Xelef Zêbarî ku yek ji damêzrenerê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bû li Washingtonê koça dawî kir.

Zêbarî ku 20 salan di radyoyê de kar kir, di meha Gulana 2012’an de jiber nexweşîya pişikê û kêmahîya nefesê neçar me karê xwe berde. Dengê wî yê taybet gelek bandor li ser guhdaran dihêşt û ew dikşandin ber xwe.

Zêbarî berî Dengê Amerîka jî li Kurdistana Îraqê bêjerî kiribû û têkoşîna Kurdan ya dijî Saddam de roleke girîng lîstîbû.

 Strana Nesrîn ku bi dengê Mihemed Şêxo li seranser Kurdan hatiye nasîn, yek ji helbestên Zêbarî ye.

Dîsa, strana Pêşmerge ya Mihemed Tahirê Akreyî û strana Bo Kê bikim Gazî û Hawar ku Mahabad li ser malwêranîya Helebcê ye, berhemên wî ne.

Gelek helbestên wî yên çapkirî û neçapkirî hene ku bi piranî li ser welatparêzî û evîna azadî û Kurdistanê ne.

Zêbarî di 12’ê Adara 1948’ê de, li devera Zêbarî ya li Kurdistana Îraqê hate dinê. Wî di sala 1970’an de Zanîngeha Mûsilê qedand. Piştî sê salan tev li doza azadîya geê xwe bû û di şertên dijwar de bêjerî kir.

Wî di 1975’an de, piştî têkçûna tevgera Kurdî, wek hezaran Kurdan neçar dimîne welêt biterkîne û pêşî dihere Îranê û dû re jî tê Amerîka. Li Amerîka jî di nav xebatên ser ziman û wêjeya Kurdî salên dirêj dixebite, kovaran derdixe û zimanê Kurdî fêrî zarok û mezinan dike.

Zêbarî, di xîzmetên xwe yên dema Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka de, gelek klasîkên Kurdî yên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran ji xwendevanan re xwend.

Wî salên dirêj bernameyeke hefteyî ya bi navê Ferheng û Koreya Kurdî amade kir û berhemên hunermend û kedkarên zimanê Kurdî digihand hemî cîhanê.

 

Dengê Amrîka