Share |

Romana; “Tirsa Bê Diran” ya Helîm Yusiv ji weşanên Sema derket.

bergê “Tirsa Bê Diran”

 

Ji weşanên Dezgeha Sema ya Çandî û Hûnerî, li Dubey, romana nivîskarê Kurd Helîm Yusiv, bi wergêriya nivîskar Fewaz Ebdî bi zimanê Erebî hat çapkirin.

Romana ji 205 rûpelan pêk tê, berga we ji tabloya şêwekarê Norwecî, Idward Munîyeh e, li çapxana Duhok, bi jimara sipardina 2068 Pirtûkxana Bedirxan - Wezareta Rewşenbîrî – Herêma Kurdistana Iraqê mafê cape wergirt û çap bû. Ev berhem di bernameya cape ya dezgeha Sema ya 2008an de bû ku bê weşandin lê mixabin ji ber hin sedeman ew pîlan pêk nehat heta vê gave û ji zincîre weşanên dezgeha Sema jimara 27 an çap bû.

Ev noman duyemîn ji berhemên Helîm Yusîv ya Roman e. Hêjayî gotinêye ku romana yekê ya bi nave, ‘Sobarto’ ku wergera wê ya erebî hatibû kirin bû sebebê gelek niqaşan di nav nivîskarên Kurd û Ereban de û li ser wê romanê pirtûkek lêkolînek rexneyî ji aliyê nivîskar Mesûd Hesen ve li ser Malperên înternêtê hat belavkirin û çapkirin.

Romana, Tirsa Bê Diran, piştî 7 salan ji belavkirina Sobarto bi şêweyekî cihêwaz derdikeve . Ev roman, li Istanbolê li weşanxana Avesta, di sala 2006an de çap û belav bûye. Di nav xwendekarên Bakurê Kurdistanê, Ewrupa de deng da û wergêra wê ya bi zimanê Turkî jî hate kirin û her weha bi zimanê Kurdî, bi tîpên Erebî, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok ve, di sala 2007an de hate çapkirin û belavkirin.

Roman: Buyerên vê Romanê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê (Sûriyê) pêk tên. Ev devera ku tirs, lê bûye qiral û dest daniye ser her tiştî û her derî. Bûyerên wê dirêjî heta bi Asiya Navîn û Ewrûpa jî dibin.

Lehengên romanê, 3 kes in; Mûsa, Tutino û Kalo ku nivîskar van kesan di nava rûdanên romanê de bi cih dike û her yekî ji wan bi xwe çîrokek bi sere xwe ye, tevî ku bi gelek taybetmendîyan wan cem hev. Cih û hevaltiya zaroktî,  her weha tirs û sawa ku xwe di dilê wan de bi cih kirye, tirsa ji her tiştî (pêkerên Serok û wêneyên wî, têlên sînor, zilamên bêhnê(asayiş), zagon û destûrên desthilatdaran û hwd…) pêk tê. Û tiştê ji wê xerbtir çandina tirsê di nava xelkên wê deverê ya k u hiştiye bêhêz, sertewandî û bi tirs bin, tevî ku bi serhildanê jî rabûn(serhildana Qamişlo ya 2004an) û hewldanên wan ku wê tirsê bişkînin û hilweşînin, lê belê dimînin xwediyê desthilatdariyê û zulma xwe didomînin.

Roman, me re derbasî gelek rê û zikakan dike, carê dihêle bi serpêhatiyên wan mirov bi wan kesan re dikenê û care jî mirov diqehere û adiz dibe wexta dikevin rewşên xerab de. Her weha roman, me bi xwe re derbasî dîrokê dike, ew dîroka ku bi serê gelê kurd de bi xerabî hatiye nivîsîn, mirov gelek tiştî eşkere û diyar dibîne, ku nivîskar vê reşê ne wekî ya îroyîn dinirxîne û sûcê dîrokê jî dibîne nemaze wexta ku lehingê romanê Mûsa yê ku ew bi xwe jî Mamostê dîrokê ye,  bi xudanê Peymana Saykis û Bîko re  diaxive( Peyman Saykis û Bîko di navbera Engilîz û Ferensa de di sala 1916an de pêk hat û li gora wê ev sînorên îroyîn tê danîn di navbera Kurdan de ), ew axaftin di navbera wan dihêle ku Mûsa koçber bibe û bireve ber bi Ewrupa de ta ku tola xwe ji wan hilîne. 

Dimîne tirs û hey tirs ew bi xwe bi bendor e û dest datîne ser hemî Romanê û dihêle ku Xwendevanê Romanê bi xwe jî wê tirsê bijî.

Bi kurtayî, roman xweşe tê xwestin mirov bi baldarî bixwîne, ji ber mirov nikare hemi wan rûdanan bi çend xêzikan bihûne û kurt bike, dimîne xwendevan û xwendin û şiroveya wî ji romanê re.

Emê her dem bên tewankirin ji rojên derbasbûyî, ev peyv weha diyar e ku rast e, emê her dem êşa wan peyman û komployên dîrokî ku bi serê gelê kurd hatine û hiştine ku time em bimînin esîrê tirs û encamên wê. Romana Tirsa Bê Diran, hêjayî xwendinê ye ku her li ber serê xwendekarê xwe be, belkî bibe pencereyek yan alavek bo zanîna cihê tirsê û devêrên lê belav bûye, dibe ku bibe riyek bo yek xwe ji wê tirsa ku di hinavên me de çêdibe, ji dema jidaykbûna me ta mirinê.

Naveroka Romanê, li ser bergê Romanê yê paşîn hatiye çapkirin: “Eger rojeke kesek ji we, li tirsê rast hat jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye. Wê ji we re bêje li wê çargoşeya ku di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Îraqê de bûye.”

Lêkolînerê ku bixwaze tirsê ji nêzîkayî nas bike û bizanibe çiye, bera berê xwe bide wan sînoran, cihê ku tirs lê bûye û lê pîr bûye. Ez li welatekî weha çêbûme ku roj lê bi tirs hiltê weha jî bi tirsekê mezintir diçe ava. Sibehan, xelk bi tirs taştiya xwe dixwin da ku dest bir jiyana xwe ya rojane bikin. Ji her tiştî ditirsin û diwestin...

 

 Kurtejiyana Helîm Yusiv:

 

Di sala 1967 an de, li Amûdê, Rojavayê Kurdistanê (Sûryê) ji dayik bûye. Li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î de li Elmanyayê dijî. Bi dehan gotarên wêjeyî, di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine.

 

Heta niha berhemên wî bi zimanên; Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Bi giştî berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stenbolê hatine çapkirin.

 

Berhemên wî yên çapkirî ev in:

 

- 1 Mêrê Avis: Çîrok,  di sala 1991ê de, bi zimanê erebî, li şamê û di sala 1997an bi kurdî, di sala 2004an de jî ji aliyê Heidi Karge ve bi zimanê elmanî hatiye çapkirin.

 

- 2 Jinên qatên bilind: Çîrok, di sala 1995an de, bi zimanê erebî, li Beyrûtê û di sala 1998an de bi zimanê kurdî hatiye çapkirin.

- 3 Mirî Ranazin: Çîrok, di sala 1996an, bi zimanê kurdî û Turkî hatiye çapkirin.

- 4 Sobarto: Roman, di sala 1999an de, bi kurdî, di sala 1999an de bi zimanê Erebî, li Beyrûtê, di sala 2004an de, li Hewlêr.

- 5 Memê Bê Zîn: Çîrok, di sala 2003an de, bi zimanê kurdî hatiye çapkirin.

- 6 Tirsa Bê Diran: Roman, di sala 2006an de, bi zimanê Kurdî hatiye çapkirin.

- 7 Gava Ku Masî Tî Dibin: Roman, di sala 2008an de, bi zimanê kurdî hatiye çapkirin. 

şanoyên ku ji nivîsên wî hatine wergirtin :Komara Dînan, Bidarvekirina Pozekî,

 

Sol û Serî.

 

Ji 11.11.2000î ve heta niha, bernameyeke wêjeyî, bi navê “Gava Sêyemîn”, heftane, di MedyaTV, Mezopotamya TV û Roj TV de amade û pêşkêş dike.

 

12 June, 2009 01:21:00

 

Hozan Emîn – Duhok