Share |

Ronahî TV dest bi qonaxa nû ya weşanê dike

 

 

 

Ronahî TV a ku bi diruşma “Dengê aştî û Azadiyê” di 20.22.2011'an de dest bi weşana xwe kiribû niha dema nû ya weşanê dide dest pê kirin.

 

Ronahî TV ku zêdetir li ser kurdên rojavayê Kurdistanê weşana xwe dike, bi pêşketinên li Rojava re ew jî xwe nû dike. Televîzyon niha dike ku pêşketinên li rojavayê Kurdistanê baştir ragihîne temaşevanan û raya giştî; ji bo vê yekê jî dest bi xebatên berfirehtir kir.

 

Li gor agahiyên rayedarên televîzyonê ji 6'ê vê mehê Pêve dê li ser frekansa xwe ya nû weşana xwe bidonîne.

 

Rêveberiya Ronahî Tv ragihand ku ew ê di nava demeke kurt de jî, ji bo weşana 24 saetan bi bernameyên xwe yên nû û dewlemend weşanê bike.

 

Agahiyên derbarê frekans û peyka weşanên Ronahî Tv li ser ekranên we jî tê xuya kirin.

 

Ji bo kesên eleqedar frekansa Ronahî TV:

NILSAT-EUTELSAT 7 WestA

FREKANS: 11354

SYMBOL RATE: 27500

POLARISATION: VERTICAL