Share |

Sêyemîn festîvala monodrama li Hewlêrê birêve diçe!

  Sêyemîn festîvala monodrama li Hewlêrê birêve diçe û 8 grub ji bajarên cuda yên herêma Kurdistanê û Iraqê beşdarî festîvalê dibin.

 

Roja 29.04.2018ê sêyemîn festîvala monodrama li Hewlêrê bi beşdariya 8 gruban ve dê birêve biçe û li gor zanyariyên BasNewsê ji bajarên Derbendîxan, Pîremegrûn, Duhok, Silêmanî, Hewlêr, Bexda û Besre ve grub beşdarî festîvalê dibin.

 

Vê derbarê de serokê baskê sendikaya hunermendên Kurdistanê û rêveberê şanoya parêzgeha Hewlêrê Hîwa Suad ji BasNewsê re ragehand, festîval bi alîkarî û hemahengiya baskê Hewlêrê yê Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê û Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve xercên wê dê bên dayîn. 

 

Feysel Şêxanî- BasNews