Share |

Sînem bedirxan xelata rêzgirtinê ya Firensî werdigre

Dewleta Fransa xelatekî rêzgirtinê bexşî jina Kurd Sînem Bedirxan û di dîrokê de cara yekeme jina Kurd li ser asta navdewletî tê xelat kirinê.

Sînem Celadet Bedirxan di roja 18/6/2013 de ji aliyê dewleta Fransayê ve xelatekî rêzlêgirtinê pê hate bexşîn ku biryare di demek nêzîk de li bajarê Hewlêrê di merasîmekê de wê xelatê radestî wê bê kirin.

Derbarê pêdana wê xelatê de Sînem Celadet Bedirxan ji PUKmedia`yê re ragihand: Ew xelat li sala 1802`an ve li serdema Napilyon Ponabert salane bi 75 kesayetiyên cîhanî tê bexşîn û eve yekem care kesayetiyek Kurd wê xelatê werdigre ku ew jî ezim.

Bedirxan got: Ew xelat îmzeya serokomar û serokwezîr û wezîrê derve yê Fransayê li sere.

Derbarê sedema dereng aşkirakirina wê xelatê jî Sînem Bedirxan got: Ew kesên ku tên xelat kirinê nikarin aşkira bikin ta ew demê di rojnameya fermî ya Fransayê de tê belav kirinê û niha belav buye.

Sînemxanê ragihand: Ji bo wergirtina xelatê jî ji min re gotin tu bixwazî li Parîsê yan Hewlêrê xelatê werbigre, bi min xweş bû ku li welatê min wê xelatê bidin min , lê belê hîna dema pêdana xelatê nehatiye diyar kirin.

 

PUKmedia/Dana Hamid