Share |

SAKîNE,FîDAN, LEYLA…. HESEN HUSEYîN DENîZ

SAKîNE,FîDAN, LEYLA
SAKîNE,FîDAN, LEYLA

 

 

Di rojeke sar a zivistanê de;

Hatin qirkirin bi xayintî û zalimtî;

Sûcê wan Kurdbûn, şoreşgerbûn, jinbûn û mirovbûn;

Yên qirkirin, nîvê tarî yê dîrokê;

Lê belê Sakîne, Fîdan, Leyla sê stêrkên ji Rokê hatine qutkirin;

Di her lênêrîna me ya Rokê de wê bibûkên çavên me biqemişîne lêvkeniya wanî têr hesret;

Di ber herikîna dîrokê re;

Di vê kêlîka li rawestgeha Parîsê de wê hilpeke mirovahî her sal di 9ê Çile de;

Wê raweste û li paşiya xwe, li pêşiya xwe binêre;

Û di vê rojê de wê têbigihêje ku diranek ji çerxa wê hatiye şikandin;

Êdî wê ti tişt ne wekî berê be ji niha û pê de;

Wê çav nenêrin wekî berê, dil lê nedin wekî berê;

Wê bayekî dilşikestî her bimîne li ser vî ezmanî, qet jê neçe;

Mirovahî deyndarê van sê stêrkên xweşik ên diterisin ma;

Wekî hukumxwarekî dîrokê yê mehkûmê dayîna deynê xwe;

Sakîne, Fîdan, Leyla canino; hîn hûn nedane xaka Kurdistanê, yên destê wan di xwîna we de bi xwedîderketina li we ya milyonan hatin kuştin... lehiya dilan hûn pêşwazî kirin, çavên qasî stêrkan pir bilindbûna we şopandin...

Pêkanîna hesreta we ya azadiyê ya li ser van xakan, jiyandina xeyalên we erka me ye.

***

Bi serîdanîna li hemberî bîranîna wanî hêja ji malbatên wan re, ji civata têkoşîna me ya azadiyê re, ji gelê me yê welatparêz re, ji tevgerên jin ên cîhanê re û ji mirovahiyê re sersaxiyê dixwazim, kujêrên xwînxwar ên emperyalîst yên ev nirxên me yên giranbuha kuştin û kuştin dan bi nefret şermedar dikim.

Kurdistana azad wê wek pêwîstiya bîranîna we were damezirandin.

HESEN HUSEYîN DENîZ