Share |

Salvegera 20`mîn a koça dawî ya hunermend Ehmed Kaya

Roja 16-11-2020`an, 20`mîn salvegera koça dawî ya Ehmed Kaya ye.

 

Hunermendê navdar û naskirî yê Kurd nemir Ehmed Kaya, di roja 16 Mijdarê ya sala 2000`an de, li bajarê Parîsê Paytexta Fransayê koça dawî kir.

 

Her wehan wek tê zanîn ku hunermendê dengxweş û kurdperwer Ehmed Kaya  di dema ku dest bi amadekirina ahengekî dikir, di heman demê de, li bajarê Parîzsê paytexta Firansayê ji ber kirîza dil, jiyana xwe ji dest da ye, her weha di hundirî goristana kesayetî û Navdarên Parîsê bi axê hate spartin.

 

Hêjayî gotinê ye ku hunermend Kaya di sala 1958`an de, li bajarê Melatiyê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinê, bi sedema neliheviya rewşa jiyanî ya malbata Kaya, neçar dibin ku ber bi bajarê Stanbolê koç bikin.